{"product_id":"antolojiya-edebiyata-kurdi-i","title":"Antolojiya Edebiyata Kurdî - I | Sel Yayıncılık","description":"\u003cp\u003e\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eHeke meriv rewşa zimanê kurdî ya sedsala bîstemîn bîne ber çavan; hingê meriv dibîne û têdigihe ku pêrgî gelekî astengî, qedexe û zordariyê hatiye, tevî vê yekê jî meriv lê dinihêre ku nivîskar û şahîrên kurdî, di her şert û mercî de, bêrawest, di nava geremol û dijwarî; di bin gef û tehdîdên hewçend giran yên serdestan de her berhem afiandine û her weha nîşan dane ku zimanê kurdî bi qîma xwe tê û ew ne kêmî zimanên cîran û biyanan e. \u003c\/p\u003e\u003cp\u003eUzun, di destpêka sirgûniya xwe de, wextê ku yek ji gerînendeyên kovara \u003ci\u003eKurdistan Pressê\u003c\/i\u003e ye, hewcedarî bi lihevkomkirina nivîskarên kurd yên her parçeyî û bi danasîna wan, berhem û xebatên wan yên edebî aniye û dest bi xebatê kiriye. Her ku çûye ev xebata danasînê qulipiye ser fikreke kûr û qehîmtir. Piştî tevlibûna xebata çend salên din, ev antolojî hatiye pê. Ev xebata dûr û dirêj, di tarîxa nêz ya Edebiyata Kurdî de, gav û tevgereke gelekî berbiçavtirîn e, ji bo ziman û edebiyateke kevnare dikare bibe hereketeke gelekî nû û nûjen.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003e\u003ci\u003eAntolojiya Edebiyata Kurdî\u003c\/i\u003e, ne bi tenê berhemên nivîskar û şahîrên kurd dide nasîn, her weha ew bi her awayî pirekê di navbera nivîskar, şahîr û xwendeyên kurd de ava dike û wan her nêzîkê hevûdu dike.\u003c\/p\u003e\u003cdiv\u003e\u003cbr\u003e\u003c\/div\u003e\u003cp\u003e\u003c\/p\u003e Mehmed Uzun tarafından yazılan daha çok içeriğe ulaşmak için \u003ca href=\"https:\/\/dunyadakitap.com\/search?q=Mehmed%20Uzun%20\"\u003etıklayınız.\u003c\/a\u003e","brand":"Sel Yayıncılık","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":46983408386328,"sku":"book_dyk_9786257370516","price":11.81,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/antolojiya-edebiyata-kurd_C3_AE-i.jpg?v=1696511866","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/antolojiya-edebiyata-kurdi-i","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}