{"product_id":"binemal-u-hozen-li-herema-semsure-sitav-yayinevi-ciltsiz","title":"Binemal u Hozen Li Herema Semsure | Sitav Yayınevi (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eBêguman her kesek rabîrduya axa ku li ser dijî, reh û riç, malbat û binemala xwe meraq dike. Lewma di mijara rabirdûya (mêjû yan dîrok) xwe û axa xwe de dikeva nav hewldana tevger û lêpirsînan. Ji bo însên, daxwaza hînbûna rabirdûya wî û axa wî rûdaneke normal e. Ew hewldan ji bo kesên xwedan wijdan peywir e û ew peywir jî pîroz e. Bi vê yekê ve girêdayî ev xebat, ji bo kesên ku mêjû û rabirdûya Adiyeman (Semsûr) û derdora wê ji xwe re dike mereq, çavkanî û kanek e.\u003cbr\u003eEv berhema di destê we de, ji sê beşan pêk tê:\u003cbr\u003eDi beşa pêşî de; Êl, hoz (eşîr), kom û binemalên (bav û bavik) ku di serdema Osmaniyan de jîr û jiyara xwe li herêma Semsûrê diborandin, bi awayekî tesnîfkirî hatine nivîsîn. Ew êl, hoz û binemalên ku di navbera sedeya 16 û 20’an de li herêmê xuya kirine, tevî şûn û warên wan hatine nasandin, pirsên ku di der barê wan de mijara meraqê ne, li gor belgeyên arşîva Osmaniyan hatine bersivandin.\u003cbr\u003eDi beşa duduyan de; Rewşa êl, hoz û binemalên Kurd ên ku di salên derdora 1970’yî de li herêma Semsûrê û derdorên wê dijiyan hatiye nivîsandin. Ew tespîtên di vê beşê de li gor xebat û raportên Serpiriştiya Giştî ya Leşkerî (Genelkurmay) a Komara Tirkiyeyê, hatine kirin.\u003cbr\u003eDi beşa paşîn de; Rewşa êl, hoz û binemalên ku îro jî jîr û jiyara xwe li herêma Adiyeman (Semsûr) û derdorên wê diborînin, lê êdî ji vê pê ve nikarin bi dab û nêrîtên hozeyatî (‘eşîretî) tev bigerin, hatine nasandin.\u003cbr\u003eDi vê beşê de li ser wateya navê êl, hoz û binemalan hatiye rawestîn. Der barê mêjûya (dîrok) êl, hoz û binemalan ya kurte de hin agahî hatine dayîn. Li ser dîn û ayîn (bîr û bawerî), nijad û zar û zimanên ku ew êl, hoz û binemal pê diaxivin hin agahî hatine parvekirin. Herî dawî jî der barê şûn û warên wan êl, hoz û binemalan de hin zanîn hatine parvekirin.\u003cbr\u003eHêvîdarim xwandina vê berhema ku bi şeklekî nexşeya genên herêma Semsûrê û derdorên wê ye tameke dîrokî di bîra we de bihêle û bibe bersiva pirsên we yên der barê herêmê de…\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003e \u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Sitav Yayınevi","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":51729128980760,"sku":"book_dyk_9786055081560","price":11.07,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/F1HKKkaTHRdQ2exDm2svLNiDyCeivV2ESMpIOrLt.jpg?v=1772150283","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/binemal-u-hozen-li-herema-semsure-sitav-yayinevi-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}