{"product_id":"bira-cale-kur-esehdune-sor-lis-ince-kapak-9786256626447","title":"Bira Çale Kur eSehdune Sor | Lis (İnce Kapak)","description":"\u003cp\u003eSerkan Birûsk, di vê berhema xwe ya bi navê Bîra Çalê kûr e – Sehdûnê Sor de, rastîya dîrokî ya Eşîra Omeryayê û herêmeke berfireh a derdora wê bi awayekî honakî nivîsandiye ku wî demeke dûr û dirêj bi bêhnfirehî û bi kedeke mezin, bi hûrgilî lêkolîn li ser wêjeya devkî û belgeyên dîrokî yên li ser refikên jibîrbûyî kiriye. \u003cbr\u003e\u003cbr\u003eSerkan Birûsk bi vê berhema xwe balê dikişîne ser tiştên jibîrbûyî û binhişê kolektîf ronî dike. Wî ev romana xwe bi kelecan û bengînî nivîsîye ku pala xwe dide hêza afirandinê ya bi efsûnîya peyvê xemilî. Nivîskar di Bîra Çalê kûr e – Sehdûnê Sor de, rewşa navmalî, herêmî, avahîsazî, birêvebirî, çandî, berhemdarî ya di bîra civakî de bi romantizmeke lîrîkî û helbestî vedibêje ku bergeheke asoyî li ber xwendevanên xwe veke. \u003cbr\u003e\u003cbr\u003eCilda yekem a Bîra Çalê kûr e – Sehdûnê Sor ji bo civaknas, zimanas, derûnnas, dîroknas û bi taybetî jî ji bo xwendevanên wêjeyê dê bibe pirtûkeke jêneger û her vekirî.\u003c\/p\u003e\u003cbr\u003e\u003cbr\u003e\u003cp\u003e(Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e","brand":"Lis","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52964561191192,"sku":"book_dyk_9786256626447","price":24.66,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/wx9y6b7McUKvlSTfPWiTi343Q0uhAHQeMBLNgLKL.jpg?v=1792538597","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/bira-cale-kur-esehdune-sor-lis-ince-kapak-9786256626447","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}