{"product_id":"catere-lis-ince-kapak-9786256626423","title":"Çatere | Lis (İnce Kapak)","description":"\u003cp\u003e\"Hestîyê kûçikan jî tên binaxkirin. Qîmeta hestîyê pisîkan jî heye. Kanî hestîyê mirîyên me. Kanî gora mirîyên me. Gorek. Hew gorek divê ji mirîyên me re. Gorek. Hew gorek divê ji hestîyê mêrê min re. Gorek divê ji hestîyên bavê zarokên min re. Kanî hestîyên me.\"\u003cbr\u003eBawer Rûken, piştî panzdeh salan, careke din berê pênûsa xwe dide novelan. Di Çaterêyê de 7 novelên ku her yek di tehm û seqaya romanekê de ye hene; Windayîyên bêgor, ruhên ku sînorê jîyana rastîn û xeyalî nas nakin, malbatên bi wêrekî û têkoşerî li dû windayîyên xwe, mehfûm û fikirên şowen ên li dijî \"neteweyên din\", evînên hîsterîk, sozên evînên di zarokatîyê de mayî, çavharîya otorîte û hêzê, koçberî, sirgûn, jîyana derbider û malbatên belawela…\u003cbr\u003eNovelên di Çaterêyê de, bi awayekî ji awayan wekî bergeheke berfireh ya ji jîyana Kurdan û ji erdnîgarîya Kurdistanê ya vê sedsala dawîn jî dikare were xwendin.\u003cbr\u003eBawer Rûken, di Çaterêyê de, bi hûrgilîyên jîyana rojane ya karakteran re xwendevan dibe nava jîyan û cîhaneke cihêreng. Bi rêya vegotineke sade û sivik gav bi gav sînorê rasteqînî û xeyalîyê ji ber çavên xwendevanan radike.\u003c\/p\u003e\u003cbr\u003e\u003cbr\u003e\u003cp\u003e(Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e","brand":"Lis","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52982194372888,"sku":"book_dyk_9786256626423","price":15.76,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/d8049fa569f6ad4c2b8ff821dc7eb49e.jpg?v=1793888070","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/catere-lis-ince-kapak-9786256626423","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}