{"product_id":"caven-sevini-na-yayinlari-ciltsiz","title":"Çaven Şevini | Na Yayınları (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eEv sedan sal in welatê me di bin nîrê mêtinkariyê de dinal e.Ji her tiştî bêhtir zilm û stemkariya li ser zimanê me kiriye ku gelek kes xwe jê dûr bikin. Nebûna perwerdehiya bi kurdî û pêla bişavtinê derbek mezin li wêjeya kurdî jî xistiye. Bikarneanîna zimanê kurdî ne tenê kir ku ziman qels bibe, lê helbesta li ser hîmê xwe bejnavêtî jî wek dara bêpel û kulîlk çîptazî bimîne.\u003cbr\u003eHelbest di nav beşên wêjeyê de ya herî resen û xweser e. Lew helbest bi peyvan tê nivîsîn û em zanin ku her peyvek xwedî deng, reng û wateyeke ferhengî ye, helbestvan peyvê ji nû ve bi hêz û şiyan dike.Vêca helbestvan ew kese yê hay ji efsun û raza peyvê heyî.\u003cbr\u003eHelbest beriya her tiştî lihevkirina hest û hîsan e.Jidilbûn û hogiriya dil e. Helbestvan ku bi van pîvanan helbesta xwe dariştibe, bêguman wê bikaribe dengê xwe ragihîne xwendevan.\u003cbr\u003eÇetîn Lodî, bi vê berhema xwe ya helbestan aha dide ser vê rêya qedîm ya bav û kal an. Ew zane peyva ku bi paşxana xwe nikare temsilîyeta çand û kevneşopiya me bike bi kar naîne. Lodî, bi zimaneke henûn, bi hest û hîsên kubar yê kurdekîgeh hêrs,coş,xemgînî û neçariya xwe vedibêje. Bi peyvên bi teql ku dengbêjiya kurdî de bûne berdevkê mêrxasî û berxwedana tê-koşeran bi kar tîn e.\u003cbr\u003eZimanê rewan, sade û vegotina wî ya jidil dike ku xwendevan bi xwendina her helbestê têkeve nav pirs û mitalan. Bê guman serkeftina helbestkarekî li ser van stûnan bilind dibe.\u003cbr\u003eÇetîn Lodî, zêde dûr naçe, bûyer û qewimînin duh û îro pêkhatîne bi zimanek helbestî raberî me dike. Ji ber vê jî dibêjim tahma nanê tenûrê,bêhna kûlîlkên nû vebûyî jê difûre.\u003cbr\u003eÇetîn Lodî bi her helbestek xwe bûye deng û giyanê vê xakê;\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eWe tahir kûşt,\u003cbr\u003eWe qasid kûşt,\u003cbr\u003eWe sinç kûşt,\u003cbr\u003eMa we ji xwe,\u003cbr\u003eû ji me re,\u003cbr\u003eçi hişt…!?\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Na Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":51806805360920,"sku":"book_dyk_9786257085168","price":9.78,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/Dl0Bwc5ga3SUc6A9LXaPqeteOtjE2RI8IC1h3di6.jpg?v=1773101028","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/caven-sevini-na-yayinlari-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}