{"product_id":"cilken-penuse-lis-ince-kapak-9786256626324","title":"Çilken Penuse | Lis (İnce Kapak)","description":"\u003cp\u003eÇilkên Pênûsê, ji çîrokên ku dilînên di xwe de asê mane û ji çîrokên dilevînîyê pêk tê. Ji çîroka xav a evînên ku hatine jîyandin zêdetir, reng û çawabûna şop û hest û derb û pêjnên evînîyê xwe dide der; û pê re jî êş û xweşî û bextewarî û kambaxî û têkçûnên evînîyê didin dû hev û digel hev hêlînekê ava dikin; û hemû çîrokên di pirtûkê de berê me didin vê hêlînê; û em bi xwendina her çîrokê bêtir di vê hêlînê de cî li xwe xweş dikin.\u003cbr\u003eÇilkên Pênûsê, bi teknîk û metoda ‘firehkirina kêlîyê' ya ku Jorge Luis Borges ew bi dêûbav kiribû, hatine sazkirin. Di vê pirtûkê de, kêlîya ku di dema fireh de tê firehkirin û bi tevn û vegotina her çîrokê re bi awayekî dîtir tê hîskirin û bi firehbûna xwe re jî dibe sedem û alîkar ku rewşên mirovane, yên wekî têkçûyîn, kêfxweşî, xemgînî, tenêtî, parve(ne)kirin, nêzikbûnên ligel dûrayîyê, coşdarîya di nav xemgînîyê de, evîna di nav têkçûyînê de, hezkirina di nav tenêtîyê de, bên zimên.\u003cbr\u003eDilawer Zeraq, Çilkên Pênûsê bi zimanekî hêçaneyî ku nêzî vegotineke helbestî ye nivîsîne. Lê belê çîrok neketine nav şîpa helbestê û bi zimanê vegotinê ku hatiye bikaranîn, mane wekî rabêjeke çîrokî.\u003c\/p\u003e\u003cbr\u003e\u003cbr\u003e\u003cp\u003e(Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e","brand":"Lis","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52964275290392,"sku":"book_dyk_9786256626324","price":10.86,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/YFrqroN51ngtgykXuHbEpVH6QgdizoFtnQCbyQSK.jpg?v=1792537698","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/cilken-penuse-lis-ince-kapak-9786256626324","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}