{"product_id":"ciroken-ku-sahidiya-kevnariya-mitologiya-ezdiyatiye-na-yayinlari-ciltsiz","title":"Çiroken Ku Şahidiya Kevnariya Mitologiya Ezdiyatiye | Na Yayınları (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eBi dîtina min, şahidê dîroka kevin ne tenê di şer, ceng, peyman,hevdîtin, desthilatdariya qiral, mîr, padîşah, siltan, egît, fêriz, beg û se-rok eşîran de anjî di wan delîl û dokumentên ji ber dîtina piraniya\u003cbr\u003ezane, lêkolînvan, nivîskar û geryokên ku li goriya daxwaz û berji-wendiyên desthilatdaran hatine nivîsandin de tê xwanê kirin.\u003cbr\u003eGava meriv bikeve nava wêjeya zargotina civakekê û li ser gelek efsane, mesele, çîrok, destan, peyvan, hêvî, irf,adet, libas, sema, Xwarin, vexwarin, wêne, dîtin, perwerde, berhem, şop, şûnên li ser\/ bin axê, hemû kevneşop, kiryar û pêwendiyen endamên civakê lê-kolîn bike, hingê meriv dikare rastiya dîroka civakê a derbasbuyî bivîne.\u003cbr\u003eVêca ez di roja 06.04.2012 de ji bo berhevkirina zargotina me çûme bajarê Hannoverê û li mala keçxala xwe Xatûn Tuko bûme mêvan. Jixwe ew çend salbûn ku em bi aremî li cem hevûdinê rûneniştbûn û me li ser wextê derbasbuyî sohbet nekiribû. Evarê wexta em bi malbetî û tevî zaroken xwe re rûniştin, me qala şevbêrk û çîrokên dema zarokatiya xwe kir. Dûre Xatûnê ji min pirsî, gelo ew çîroka Kêza Terecan, ya ku rahmetiya pîrika me Rindê harcar ji mere digot û em pê radizandin, têye bîra te? Min gote Xatûn û zilamê wê Rauf, na mixabin, ez nikarim tevaya vê çîroka kêza terecan bibêjim. Lê, ezê sibê herime mala xwişka xwe Sosê û ez bawerim ku zavê me Ahmet Yasit `ê karibe vê çîrokê ji me ra bêje.\u003cbr\u003eGava ez û Xatûn di roja 07.04.12 çûne mala xwa min Sosê, Xatûn ji\u003cbr\u003eSosê ra got; kêfa min gelekî tê ku zavê me Ahmet jî mîna ku di çîroka Kêza Terecan de hatiye gotin, wisa baş hurmetê dide keçmetika min. Dûre me ji Ahmed‟ê zave daxwazkir, ka ew dikare vê çîroka Kêza Terecanê ji me ra bêje. Ahmet got, ez jî bi tevaya vê\u003cbr\u003eÇîrokê nizanim, lê ez baş dizanim ku bavê Menal, kekê min Aydîn Ronak, dikare vê çîrokê gelekî \u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Na Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52395107221784,"sku":"book_dyk_4440000002923","price":9.68,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/1cSJPYse4vYT1pAXJtkKHLp3DtlKIGIvfwaELJfr.jpg?v=1783905316","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/ciroken-ku-sahidiya-kevnariya-mitologiya-ezdiyatiye-na-yayinlari-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}