{"product_id":"dare-sikesti-doz-i̇nce-kapak","title":"Dare Şikesti | Doz (İnce Kapak)","description":"\u003cp\u003eDare Şikesti Kitap Açıklaması: Ez nizanim bê kengê ev peyva lîberal ket nav sîyaseta kurdî min tu agahî û lêkolîn li ser vê yekê nekiriye û nedîtiye. Ji wêrekîya xwe ya cahilî dibêjim belkî mirov karibe vê peyvê bi Necdet Gundem ve girê bide. Qet nebe em behsa helwest û bizavên lîberalî bikin teqez divê navê cenabê wî bê hildan û li şopên wî bêne raçavkirin. Lê belê di nav vê kurtedîroka lîberalîzm de lazim e mirov wî û pseudo-lîberalîzmê ji hev cihê bike. Di vira de em ê xwe bispêrin rêgezeka wî ya din ya bi navê \"takakesî (takexwaz)\". Bi rastî û bi giştî ev rêgeza takexwaz rêgezên xwerexnekirin û eşkerebûnê jî dikare di hundirê xwe de bihewîne ku ev rêgez di temamê jîyana wî de şêwe daye helwestên wî. Her wekî din dîsa tiştên sereke ku wî û kesên sîyasî ên wê demê ji hev cihê dikin di bin sîwana vê rêgezê de dikarin kom bibin: pêşbînîya wî kiriye ku ji kom û girseyan zûtir bifikre û tevbigere her û her bi serê xwe fikirîye (bi fikrên deynkirî tevnegerîyaye) tu carî nehiştîye ku fikrên wî di bin wesayetê de bimîne ku ev jî azadîya fikrî û qabîlîyeteka derbirînê lê zêde kiriye. (Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e","brand":"Doz","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":50432264700184,"sku":"book_dyk_9786054765461","price":8.45,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/0002179227001-1.jpg?v=1751638144","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/dare-sikesti-doz-i%cc%87nce-kapak","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}