{"product_id":"de-ewleden-xwe-diavejin-doz-yayinlari-ciltsiz","title":"Dê Ewledên Xwe Diavêjin | Doz Yayınları (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eJi roja yekem a ku min dest bi xebatên li ser meseleya Kurd û Kurdistanê kir û vir ve min ev yek bi eşkereyî got; dîroka Kurdan, divê ne ji aliyê kesên din ve; lê ji aliyê Kurdan bi xwe ve bi Kurdî bê nivîsandin. Ev ne tenê daxwazek e, di heman demê de mecbûriyeteke zanistî û exlaqî ye. Ji ber ku her ve gotina ku bi zimanê serdestan tê avakirin, nêrîna serdestan jî bi xwe re tîne. Heta ku Kurd, tişta ku aîdê wan e bi zimanê xwe û bi şahidiya xwe îfade nekin, wê dîroka wan kêm û çewt bimîne. \u003cbr\u003eJi ber vê sedemê, bi salan min her heman bang li ciwanên Kurd kir; amûreke qeydkirinê bigirin destê xwe, herin gun dan, bi kal û pîran re biaxivin, şahidiyan qeyd bikin. Herin Agiriyê, herin Zîlanê, herin Sasonê, Dêrsimê... Tiştên ku li wir hatine jiyîn, hatine tepisandin, hatine bêdengkirin, li cihê wê guhdar bikin û belge bikin. Ji ber ku bîra vê erdnîgariyê, ne di arşîvên fermî de; di ziman, vegotin û bêdengiya şahidan de veşartî ye. \u003cbr\u003eXebatên ku yek ji rêveberên Weqfa me, lêkolîner Nîhat Gultekin bi salan e li ser navenda Komkujiya Zîlanê û Berxwedana Agiriyê dimeşîne, bersiveke şênber a vê bangê ye. Xebatên li qadê yên ku nêzî panzdeh salan e tên meşandin, hevdîtinên dîroka devkî yên ku bi şahidan re hatine kirin, pirtûkên ku hatine weşandin û belgefîlmên ku hatine amadekirin, xebata pêşangehê... Ev giş, serpêhatî, şikestin û berxwedanên gelê Kurd hildidin binê qeydê û radixin ber çavan. Ev xebat, ji meraqeke akademîk zêdetir, bi hişmendiya berpirsiyariyeke dîrokî, bi Kurdî hatine kirin. Kurdî, hilgirê eslî yê vê dîrokê ye. \u003cbr\u003eİsmail Beşikci \u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Doz Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52430934245656,"sku":"book_dyk_9786258546163","price":12.41,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/GRqhV9S68vKr4VsOLAo0ThFpBjdaXTLXKxf6r7r5.jpg?v=1784765721","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/de-ewleden-xwe-diavejin-doz-yayinlari-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}