{"product_id":"deftera-mezin-pall-wesan-ciltsiz","title":"Deftera Mezin | Pall Weşan (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eDu zarokên cêwî, ji ber şerê li bajarê wan, ji dayik û bavên xwe cuda dibin û li bajarekî biçûk ê ser hidûd li cem dapîra xwe dimînin. Li aliyekî dapîra çikûs û dilreq, li aliyekî jî şertên şer jiyanê li wan zehmet dikin. Ji bo serederîkirinê, du bira dê mil bidin hev û di temenê xwe yê zarok de dil û giyanê xwe perwerde bikin û bi naîviyeke heqîqî li dijî her xetereke ji derve tê ser wan rawestin.\u003cbr\u003eAgota Kristof di romana Deftera Mezin de bi rêya ziman û şêwazeke pir sade û dûrî her xemilandinekê, rastiya şidet û tundiya jiyanê radixe ber çavan. Bi rengekî ne dûrî tecrubeya dîroka nêzîk a kurdan, nîşan dide ka çawa zarok pêşwext mezin dibin, mirov ji reh û nirxên xwe biyan dibin, dagîrkerî gelek caran bi tenê reng û rû diguhere û têldiriyên hidûdan dibin xeta di navbera jiyan û mirinê de.     \u003cbr\u003eRomana ku yekem xeleka Sêbareya Cêwiyan e, tevî Delîl û Derewa Sêyem, xelata baştirîn romana ewropî ya 1987an wergirtiye û bo zêdetirî çil zimanan hatiye wergerandin.    \u003cbr\u003eDeftera Mezin, bi wergera Ergin Öpengin, zêdebarî ziyafeta edebî, herwiha derfetek e ku em bêtir li ser rêçên vegêrana karesatên dîrokî di edebiyata kurdî de bifikirin. \u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Pall Weşan","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52768229556504,"sku":"book_dyk_9786259012049","price":11.02,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/DcPIaIB0G5xkO9mH0rx0lH4oPqEp2zXEKSVpbcz4.jpg?v=1790382000","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/deftera-mezin-pall-wesan-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}