{"product_id":"dengbej-huseyno-antolojiya-dengbejan-3-nubihar-yayinlari-i̇nce-kapak","title":"Dengbej Huseyno - Antolojiya Dengbejan 3 | Nubihar Yayınları (İnce Kapak)","description":"\u003cp\u003eDengbej Huseyno - Antolojiya Dengbejan 3 Kitap Açıklaması: Di derbarê pênaseya dengbêjiyê û deşifrekirina kilaman de bi rehetî dikarim bibêjim ku amadekarên antolojiyê gotin ji me re nehiştine. Ji nû ve xwendin û dahûrandina kilaman, dikeve ser piyê me kesên xwedî qelem. Dibe ku ji bona girseyeke mezin kilamên dengbêjiyê tenê kilam\/muzîk bin, lê em kesên xwedî qelem nikarin bi çavê kilamê li kilam\/kelamê mêze bikin. Êdî hukmê aşê pişaftina xwebixwe li dar e! Çêyiya ku îro em dikarin li xwe û paşîvanên Kurd bikin, berhevkirin û jihevveçirandina hikayet, metafor, peyv û deqên di edebiyata devkî de ne.Dengbêj Huseyno dibêje:\"Terz û meqama Reso, lihevanîna Şakiro û dengê min!\"Wek ku gorbihuşt jî gotiye, bawer im taybetmendiya Huseyno ya herî berbiçav dengê wî yê bişewat û bilind e. Qey tu dibê di qirika Huseyno de ne têlên deng, lê tendûrek dişixule û peyv bi nalenal û zarezarê xwe jê diavêjin der! Huseyno kirasê dengbêjiya xwe ji lorînên jinan biriye. Bi awaza xwe ya bilind û bi form û qalibê vegotina jinan re, terzekî nû yê ku texlîdkirina wî zehmet e afirandiye. (Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e","brand":"Nubihar Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":50779362459928,"sku":"book_dyk_9786257383004","price":16.28,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/0002192279001-1.jpg?v=1760683457","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/dengbej-huseyno-antolojiya-dengbejan-3-nubihar-yayinlari-i%cc%87nce-kapak","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}