{"product_id":"deri-vekiri-bihelin-we-hechecik-vegerin-lis-basin-yayin-ciltsiz","title":"Deri Vekıri Bıhelin We Hechecik Vegerin | Lis Basın Yayın (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eDi romana xwe ya sêyem de Îrfan Amîda vegotina xwe kûrtir dike û bi retorîkeke bêhempa, di despêka şerê xendekan de derûnîya jinê bi hûrbînî dihûne; yan jî hêzekê dide sehekên xwîner û xwîner bi çêjeke din dihisîne. Yar û neyar dixe mêzîna hîçîyê. Mîna morîkên gerdenîyekê bi vegotinê bendeke dîtir çêdike li hember dorpêçkirina bajêr. Bi vî awayî atmosfereke bênavendî ava dike. Û weku armanca wî ew be xwîner didahfîne wê navenda ku lê metalîk, xav, kal û bêgiyan in çek; bêgiyan e neyar, lê Amîda evê nabêje, yan jî ev ne li ser bala wî ye; berê wî li hin tiştên din e, bi tiştinî din mijûl e. Serqisê ew bi bêhna axê, vizîna bê, rîtma zemên, êş û azara mihacirîyê dadikeve, yan jî bi tu tiştî danakeve lê bi me werê tê.\u003cbr\u003eDîyalog û monologên gelekî seyr ên rêya xwedîtinê di awêneyekê de didin mirov, rê didin mirov ku xwe bibîne bê çi li xwe dike bar; çi li wî bar e. Îrfan Amîda ne tenê jîyanê baş dibîne, ew raste rast wê bi mirov dide jîyandin jî.\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Lis Basın Yayın","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52111605006616,"sku":"book_dyk_9786057535887","price":11.92,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/GhvPy0jfep4f31igyFqzEJviICQ7JzQir8aH5f8J.jpg?v=1779925541","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/deri-vekiri-bihelin-we-hechecik-vegerin-lis-basin-yayin-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}