{"product_id":"deste-min-li-deste-te-digere-avesta-yayinlari-ciltsiz","title":"Deste Min Li Deste Te Digere | Avesta Yayınları (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eBerhevoka şi’rên Mehmet Tanrıkulu ku bi navê Mem Ronga tê naskirin, “Destê min li destê te digere” derket.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eBerken Bereh, li ser Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) û helbesta wî dibêje: “Mehmet Tanrıkulu (Mem Ronga) yek ji wan nivîskaran e ku bi tevayî van xisletan di berhemên xwe de bi hostayî bi cih kiriye. Wî, berê robarê helbesta kurdî -ku xwêrnexwaz û dagirkerên vê xakê bendavek li berê ava kiribûn- ji nû ve da wân newal û geliyên bi şehwet li benda wê bûn. Mem Ronga di têkoşîn û hewldana xwe de yek carê bi tenê jî xwe nesipart popularîteyê û vegotineke erzan. Wek derwêşekî bi efsûn da dû raz û mîrateya belaxeta zimanê bavûkalan.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eMem Ronga di avakirina helbesta xwe de bi azadî tevgeriya. Bi her helbesteke xwe resenî û xweseriya xwe şanî me da. Her bi surprîzekê li deriyê helbesta kurdî xist. Ziman, duruv, teşe û vegotin di helbesta Mem Ronga de wek notayên stranekê bi harmonî di têkiliyê de ne. Ji ber hindê di dawiya helbestê de peyam wek stêrkekê diçirûse di hiş û giyanê mirov de. Bextewarî û dilşadî bi hêminî di bedena mirov de dikeve livbaziyê.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eMem Ronga, bi helbestên xwe, ew mêzîna xerabbûyî ya hevahengiya di navbera insan, xweza û civatê de li qelem da û hêviya me ya ji bo dahatûyeke adil û dirust gur kir. Sekn û helwesta wî ya li hember bêesilkirina nirxên mirovahiyê ya stemkaran, bilindragirtina heysiyeta insanî û “bîra me ya nîvxilmaşî” li hin reng û deng û nexşên, ku îdî wek stêrkeka dûr diîsin, diwarqilîne.”\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52403288342808,"sku":"book_dyk_9786052246788","price":9.47,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/ZgenNbp7wA03TiqfoSLO8mKh25ebnlg0CzzjWtEt.jpg?v=1784078427","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/deste-min-li-deste-te-digere-avesta-yayinlari-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}