{"product_id":"diwan-wefayi-lis-basin-yayin-ciltsiz","title":"Diwan - Wefayi | Lis Basın Yayın (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eWefayî, Mîrza Ebdulrehîmê Sablaxî, yek ji helbestvanên wêjeya klasîk a Kurdî ye. Ew wekî nûnerê rêbaza Nalî ya helbestê yê li devera Mukrîyan tê qebûlkirin. Di helbestvanîya Wefayî de bandora Nalî û Melayê Cizîrî û heta radeyekê jî ya Feqîyê Teyran dîyar e. Helbestên Wefayî bi dilsozî û taybetîyên xwe yên hestnazik tên naskirin. Ew gelek hêsan û sade ne ji bo jiberkirinê, ji lew re jî helbestên wî ji hêla gelek hunermendên Kurd ve hatine xwendin û strandin. Helbestên wî di xaneqa, medrese û hucreyên Kurdistanê de li ser zimanê telebe û feqeyan bûn, bi taybetî li Xaneqaya Nehrê û li Medreseya Sor a Mehabadê. Dîwana Wefayî ya ku bi destê lêkolîner Fener Rojbeyanî ve hatiye amadekirin zêdetir ji xezel û qesîdeyan pêk tê. Ew qesîde û xezelên di nav dîwanê de nimûneyên hêja yên pêncînî û pêncxiştikan in. Wefayî di helbestên xwe de pişta xwe daye birgeyên xwemalî yên Kurdî û bi sîstema birgeyan ezmûna xwe ya wêjeyî xurt, dewlemend û rengîn kiriye. Fener Rojbeyanî di vê berhemê de cih dide jînenîgarîya Wefayî, jîyana wî bi ser sê qonaxan ve dabeş dike û agahîyên bi hûrgilî pêşkêşî xwîneran dike.\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Lis Basın Yayın","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52430872707352,"sku":"book_dyk_9786256626348","price":14.32,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/mtHaQDfsEfq64DDf3zxwtW4zAUrYpiHOI4HpmDI0.jpg?v=1784764790","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/diwan-wefayi-lis-basin-yayin-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}