{"product_id":"esa-genim-na-yayinlari-i̇nce-kapak","title":"Eşa Genim | Na Yayınları (İnce Kapak)","description":"\u003cp\u003e“Pirr berê, ji wextê keştiyên ba’yê ve gava masîvanan li behr’ên bakûr masîvaniyê kirine xwestine masiyên girr zindî bigîhînin sûkê. Ji bo vê jî ji textan hewzên mezin çêkirine û masiyan ji xistine nava hewzê û birine sukê. Lê bele arîşeyek derketiye. Ji ber masi di wan hewza de bê tevger dimînîn heya wan digînin sûkê masî nermixî dibin û ji zindîbûna wan tişkî namîne. Masîvanan ji bo pêşiya veya bigrin masîpisîkan davêjin nava hewzê. Di rê de masîpisîk pişt, qemçik û serên masiyên dine gez dikin. Masiyên mezin ji bêgavî heya sûkê direvin û tevdidin xwe. Bi vî ewayî sax û zindî digîhîjin sûkê.”\u003c\/p\u003e\u003cp\u003e\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eÎja helbestvan bi helbesta xwe civakê gez dike û wê di diqdiqîne ji bo sax û şiyar pêşve here. Ramazan kavak, di pirtûka xwe ya duyem de jî hem wek pisîkmasî me gez dike û hem Ji hêmayan newayan çêdike û kêliyên jiyanê di kerrika guhên me de vedibêje;\u003c\/p\u003e\u003cp\u003e\u003c\/p\u003e\u003cp\u003edi berkurka demên xitimî de, lîlanên pelişî \u003c\/p\u003e\u003cp\u003edi paxila tirsê de hawarên xeriqî \u003c\/p\u003e\u003cp\u003erojimêrên bêhiş,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eseatên bedbin,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003ehûrdemên perçiqî\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eçend demsal,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eû sedsal bihûrîn\u003c\/p\u003e\u003cp\u003edîsa,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eaxx dîsa,\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eji çirkeyan jan û jar diherikî…\u003c\/p\u003e\u003cdiv\u003e\u003c\/div\u003e","brand":"Na Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":51484988309784,"sku":"book_dyk_9786059017541","price":8.33,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/PP6vNJy27CC8HK8Q0aQ4D9ecyb95HL2GvKoWIp6l.jpg?v=1766878164","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/esa-genim-na-yayinlari-i%cc%87nce-kapak","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}