{"product_id":"eziditi-dive-mirov-rastiya-we-li-ku-bigere-j-j-yayinlari-ciltsiz","title":"Eziditi: Dive Mirov Rastiya We Li Ku Bıgere | J\u0026J Yayınları (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eEv pirtûka Ezîzê Cewo (Mamoyan) a \"Êzdîtî: rastîya wê divê li ku bigerin\" lêpirsînek a zanistî-rojnamegerî ye, ya ku bûyerên dîrokî, ji demên kevnar heya destpêka sedasala 20 hildigire nava xwe. Di vê da dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê ola kevanar a gelê, kurd êzdîtîyê û wê civaka netewi-bawerî da, tên nirx' anidin û ravekirin, ya ku li ser bingeha vê olê ava bûye.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eArmanca vê lêgerînê ew bûye, ku di kontêksta dîroka gelê kurd da, wek peyhatîyê rastedêr ê wê saristanîya kevnar, ji dema padisahtiya Medyayê va û heya êzdîyên îro ravebikin. Û di vê lêgerînê da, li ser vê bingehê û, wisa jî, li ser bingeha agahîyên dîrokî û ravekirina taybetîyên sereke yên ola êzdî û bîrûbawerîya wê, sedemên sereke yên peydabûna dîtinên lêpovajî û çewt ên di derbarê vê olê da tên ronikirin.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eÛ li vir wisa jî, sedemên peydabûna dîtinên lêpovajî û tews ên di derbarê vê ola kevnar a gelê kurd da hatine dîyarkirin, ên ku bûne bingeh ji bo wan nirxandin û siroveyên di derbarê vê ola bi sur û sêr da, yên ku ji hêla lêgerînerên bîyanî (û ne tenê ji hêla wan) û olzanan va hatine pêkanîn.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eDi vê berhemê da wisa jî ew sedemên dîrokî yên obyêktîv û sûbyêktîv bi zanistî hatine ravekirin û derketine ronahîyê, yên ku di cîhana kevnar da bûne bingeha çîrokên dûrî hep û sewdayên mirovan û gotegotên nebînayî yên cihêreng...\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"J\u0026J Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":51806774722840,"sku":"book_dyk_9786059302531","price":11.44,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/VzxXkEILuinN5wT7qmeCnAJBYsnXYAyJyyWymemq.jpg?v=1773100607","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/eziditi-dive-mirov-rastiya-we-li-ku-bigere-j-j-yayinlari-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}