{"product_id":"ferhenga-navan-avesta-yayinlari-ciltsiz","title":"Ferhenga Navan | Avesta Yayınları (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003e“Ferhenga Navan“ ku ji aliyê Mustafa Uzun ve hatiye amadekirin, di nav weşanên Avesta de derket. Kitêb ji du beşan pêk tê; navê keçan û navê lawan. Navên bi her sê diyalektên kurdî; kurmancî, zazakî û soranî, cî digrin.\u003cbr\u003eMustafa Uzun di pêşgotinê de wiha behsa çîroka çêkirina vê ferhengê dike: Fikra berhevkirina navên kurdî ji zû de di bîra min de bû. Piştî mirina kekê min Mehmed\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eUzun, min xebata civandina navan bileztir kir. Dema Xwedê jê razî Mehmed nexweş bû, ew ji bo tedawiya nexweşiya xwe, li nexweşxaneya Venî Vidî ya Diyarbekrê bû. Hingê ez jî qasî 4-5 hefteyan li ba wî mam. Rojekê Dr. Fîkrî Kutlay û xortek hatin oda Mehmed. Di hembêza wî xortî de zarokekî pêçayî hebû. Dr. Fîkrî got: Berî nîv saetê keçeke vî xortî û jina wî hat dinê. Ew dixwazin Mehmed Abê navê wê lê bike. Mehmed raketibû. Fikrî ji wî xortî re got: Tu dibînî Mehmed Abê razaye, hema ez kefîlê wî, bila navê keça te Zerya be, jixwe navê keça Mehmed Abê ji Zerya ye, ew ji vî navî hez dike. Xort bişirî û pirsî, got: Wateya Zerya çi ye? Min got: Bi tirkî Deniz e.\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":51745790001432,"sku":"book_dyk_9786055279158","price":10.92,"currency_code":"USD","in_stock":false}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/PXg9YwTOac71hwGW0hHMwZfgs7ngHZPBSOd3BnZM.jpg?v=1772581143","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/ferhenga-navan-avesta-yayinlari-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}