{"product_id":"ferhenga-tegihen-wergere-lis-i̇nce-kapak","title":"Ferhenga Tegihen Wergere | Lis (İnce Kapak)","description":"\u003cp\u003eDi werara dîrokî de, bi tevkarîya gelek zanyar, zimanzan, wêjevan û wergernasan nêrîn, têgih û teorîyên der barê wergerê de berfireh bûn. Bi saya vê dîroka dêrîn, werger û wergernasî îro xwedî paşxaneyeke zengîn a termînolojîyê ye. Ev termînolojî têgihên xweser ên wergerê, navên ekol, ranêzikî û teorîyên wergerê û her wisa stratejî û teknîkên wergerê digire nava xwe. Ferhenga Têgihên Wergerê ji hêlekê ve têgihên xweser ên wergerê bi zimanê Kurdî bi nav dike û ji hêla din ve jî pênaseya wan dike û qada spesîfîk, a ku wê ew têgih tê de werin bikaranîn, destnîşan dike. Bi heman awayî, bi dabînkirina bergindên xalbendan ên bi Îngilîzî û Tirkî jî ev xebat rêya danberhevîyê dide bikarhênerên ferhengê da ku wan bergindan wekî navgînên têgihaştin û têkildarkirinê bi kar bînin. Her du amadekarên vê xebata hevpar, Dilawer Zeraq û Samî Hêzil, hem di asta teorîk de û hem jî di asta pratîk de bi salan bi wergerê re mijûl bûne û bi vê tecribeya xwe ya heyî armanc û hêvî dikin ku ferhenga wergerê ya li ber destê we bibe gaveke destpêkê; û ji bo xebatên pêşerojê yên bi vî rengî, alîkarîya vekolerên wergerê û wergêrên di qada pratîkî de bike.\u003c\/p\u003e\u003cbr\u003e\u003cbr\u003e\u003cp\u003e(Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e","brand":"Lis","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52548848222488,"sku":"book_dyk_9786256626294","price":9.24,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/xgDaEjpaD6ZVc6okTx7UmjfpLqQgRrXe2RFgvkT7.jpg?v=1787272336","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/ferhenga-tegihen-wergere-lis-i%cc%87nce-kapak","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}