{"product_id":"gopale-sor-avesta-yayinlari-ciltsiz","title":"Gopale Sor | Avesta Yayınları (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eMîşel Temo di vê pirtûka çîrokan bingehên çîrokî bi temamî saz kiriye, ango wî saz û bendên çîrokan bi cih aniye. Ya rast di nêrîna min de, wî navdarî tu kêmanî nekiriye, lê belê zêde kiriye, gava ev çende çîrokên xwe bi hunereke afirandêr û bi raz û zêwek giranbuha rêz kiriye û bi hunereke çak van kesên bêkes di ristina çîrokên xwe de ava kiriye, mîna xirnikan û kûpan û dem û dîwar, sînor û zimanan. Di beşên dawî de ji pirtûka xwe navdar de, jixwe ev zêdebûnek e di kurteçîroka Kurdî de. Û weke diyar e jî ku çawa gava dest bi rist û hûnandinê dike bi zimanê hin leheng û qehremanên çîrokê dide xuyakirin zor û sitema dagirkeran a li ser kesanê wî bûne, çi lêdan û êşkence û girtin be û çi biyanîbûn û tûnebûn û qedexekirina gel û ziman û dîrok be, ku her gav li gasîna welat pê dihisin û bi ziyan dijîn. Û ya zêde çîrokan xweş dike ew peyv û goftûgoyên rengîn an diyalogên resenî di babeta naveroka çîrokan de. Ew diyaloga ku leheng weke hizr û ramanan pêdikin. Bi bawerî helkewtî û bi zimanekî xemilandî û rapêçayî bi hest û helbestî, ya ku dibe prensîb û raza serdana nivîsandinê. Bi rastî ev gava ku nivîskar Mîşel Temo avêtiye yektirîn ji hezar gavên riya dirêj e, di riya wêje û çanda kurteçîroka Kurdî de.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eCiwanê Abdal\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52400007971096,"sku":"book_dyk_9786055279516","price":8.98,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/xHXBkx4QwB3bt6hRJsApzk3OkzeQLJJoMKV3RyFf.jpg?v=1783990450","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/gopale-sor-avesta-yayinlari-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}