{"product_id":"guregup-dara-i̇nce-kapak","title":"Guregup | Dara (İnce Kapak)","description":"\u003cp\u003eGuregup Kitap Açıklaması: Dengê bilûrê dinya dagirt.Bi bihîstina awaza bikeser û axîn, hemû şênîyên derdorê berê xwe dan ser Pira Dehderî. Dengê bilûrê dermanê hemû dilan bû. Ji bo derd û kulên ku di nav dil de asê mabûn û her roj ji nû ve jan didan, ew dengê xemrevîn wekî bayekî hênik bû, êşa birînan dikewand. Xem û kulên ku bi salan di nav bîra dil de zeng girtibûn, yeko yeko li ser baskên teyrikan siwar dikir û bi ber asoyên dûr ve difirand. Stranên ku di nav tûrikê dil de hatibûn jibîrkirin, bi bihîstina dengê bilûrê re, bi ruh û can dibûn, bi ser zimanan diketin. Di nav beroşa dil de, ciwanîya bicoş, rojên xweşî û şahîyan ji nû ve bi kel diketin. Keser û axînên ji nav dil û hinavan hildikişîyan, li ser zimanên kal û pîran, li nav hev diketin. Şênî careke din bi êşa xwe dihesîyan, bi ber mirîyên xwe diketin. (Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e","brand":"Dara","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":50481669669144,"sku":"book_dyk_9786257304023","price":12.49,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/0002181772001-1.jpg?v=1753108606","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/guregup-dara-i%cc%87nce-kapak","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}