{"product_id":"hawara-dicleye-ii","title":"Hawara Dîcleyê - II","description":"\u003cp\u003e\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eDengê jibîrbûyiyan, di vî beşê duwemîn ê romanê de jî tê vegotin. Vebêjê romanê wekî ava çemê dîcleyê bê west û rawest her diherike, dibe dengê dîroka nêzîk û kevneşopiyên ewçend qehîm û kevnare yên navçeyê û însanê wê serdemê. Qehreman û vebêjê romanê, Biroyê Dirêj bi sebra Eyûb Pêxember, serpêhatî û serbûriyên jiyana xwe yek bi yek bêyî ku bêhna xwe teng bike ji xortên dilovan ên hawîrdor re vedibêje. Riyên jiyana Mîr Bedirxan; dûr, dirêj û dijwartir dibin. Piştî serhildana Mîr û şerê mezin ê Osmaniyan, Mîr ji welatê Cizîra Botan; bi tevî nas, xizm, jin, cariye, yawer, zarok, nevî û nêzên xwe ji welêt tê nefîkirin. Pêşî Stembol û girava Girîdê dibe warê wî, bi dû re jî bajarê miqedes ê îslamiyetê Şam. Sirgûn dibe qedera wî. \u003c\/p\u003e\u003cp\u003eBerdewamiya \u003ci\u003eHawara Dîcleyê\u003c\/i\u003e, bi mirin, qîrîn, hawar, sirgûnbûn, çîke-çîka şûrên şûrbazan û dengê bilind ê bêdengiya Estera Keldan, ku di dil û mêjiyê Biroyê Dengbêj de her olan dide, didome û bi vê gotina ku êdî bûye klasîk ''We xwest, min jî got û ji îro pê ve êdî hûn ê bibêjin, pêşî ji kesên ku li serpêhatiya min meraq dikirin, paşê jî ji der û dorên xwe re. De niha qendîlê bitefînin û êdî herin,'' bi dawî dibe.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003e\u003c\/p\u003e Mehmed Uzun tarafından yazılan daha çok içeriğe ulaşmak için \u003ca href=\"https:\/\/dunyadakitap.com\/search?q=Mehmed%20Uzun%20\"\u003etıklayınız.\u003c\/a\u003e","brand":"Dünyada Kitap","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":46983393149208,"sku":"book_dyk_9786057728852","price":13.38,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/0001902918001-1_dfb4b9a7-015a-423b-a766-55962433681d.jpg?v=1703095313","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/hawara-dicleye-ii","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}