{"product_id":"helbest-ci-ye-j-j-yayinlari-ciltsiz","title":"Helbest Çi Ye | J\u0026J Yayınları (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eHelbest çi ye? Di pêşxistin û guhertina civatê de roleke çawa dileyîze?\u003cbr\u003eDanasîna helbestê dibe, an ne pêkane ye ku were nasandin?\u003cbr\u003eÇawa mirov dikare helbestê bide naskirin?\u003cbr\u003eSedem çi ye ku heta vê gavê helbest neketiye nav çarçova danasandineke bi tenê?\u003cbr\u003eÇima bi qasî helbestên hatin nivîsandin, ew qas jî danasîn hatine kirin?\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eGelo çima helbesteke sipehî û xurt dema ku em dixwînin, an jî em guhdar dikin, bandorê li me dike? Çawa me hestyar dike û bi dilxweşî me dibe cîhaneke din?\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eDi hizirkirinê de rola helbestê çi ye?\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eÇêja hestên helbesta ku bi rastî helbest be, zewqa estetîkî ku dide mirov, çima beşên çandê yên din nadin mirov?\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eRola îlhamê di helbestê de çi ye? Helbestvan îlhamê tîne xwe, an îlham ji ber xwe ve tê helbestvan? Di helbestê de îlham li pêş e an jî zîrekiya helbestvanan e?\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eHelbestên hêja û bi nirx jêdera wan îlham e yan cefa û keda helbestvaniyê ye? Helbesta hêja û nehêja çawa ji hev cuda dibin? Helbest xwe bi nivîskaran didin nivîsandin? An helbestvan helbestê dinivîsin?\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eHelbest tê wergerandin? Dikare were wergerandin? Çawa divê were wergerandin?\u003cbr\u003eDi helbestê de cihê sembolan çi ye? Bi çi mebestê sembol û işaret têne bikaranîn?\u003cbr\u003eTêkiliyên helbestê û felsefê çi ne? Çawa ji hev re dibin alîkar? Yan jî cudabûnên wan çi ne?….\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"J\u0026J Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":51806692933912,"sku":"book_dyk_3990052356777","price":9.57,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/d1TJ7frTv0mqsIXhQs16sN3SYeu5WlirpHwThDil.jpg?v=1773099447","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/helbest-ci-ye-j-j-yayinlari-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}