{"product_id":"hobbit-cervantes-ciltsiz","title":"Hobbit | Cervantes (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eHobbit, pêş-pirtûka sêbareya Mîrê Gustîlan a J.R.R. Tolkien, cîhaneke dersirûştî û tijî nepenî bi hêmanên fantastîk pêşkêş dike. Gandalfê sêrbaz, Elf, Goblin, Ork, Cûce, afirîdeyên şiklguhêz ên nîvmirov û nîvhirç (Beorn), Gollumê lenetîyê gustîlê û bengîyê hêzê, dêw, teyr, balinde û gur, xezalên ku difirin û dawîya dawî jî Ejdehar Smaug tev di serpêhatîya Bilbo Baggins de derdikevin pêşberî me. Bilbo Baggins li gel Thorîn û hevalbendên wî yên cûce ji deşt û çîyan diqulibin, di dergeh û şikeftan re derbas dibin û rastî ceribandinên dijwar tên.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eHobbitê pincilîsk, hûrik û bêhêz û heta tirsonek çawa diguhere, dibe leheng û xirabîyê bi safîya dilê xwe û bi bextê xwe yê çê û dilê xwe yê saf dehf dide? Serpêhatîya Bilbo bersiva vê pirsê ye. Li destpêkê Hobbit biçûk e û dinya jî mezin e, lê her ku serpêhatî didome Hobbitê me, Bilbo Baggins, mezintir û dinya jî biçûktir dibe.\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Cervantes","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":51806737924376,"sku":"book_dyk_9786257724838","price":14.62,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/cjc8dWTfjXzxAcb5t1BFNhUwrV872zPsypsN1g7W.jpg?v=1773100009","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/hobbit-cervantes-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}