{"product_id":"jin-u-pirsa-wejeye-na-yayinlari-i̇nce-kapak-1","title":"Jin u Pirsa Wejeye | Na Yayınları (İnce Kapak)","description":"\u003cp\u003eHîna ji mêj ve, piraniya jinên kurd û bi awayekî hunerî ciwan tayişik û kulav çêdkirin. Hirî bi teşiyê ve dikirin û rîs dirêsandin, ji wî rîsî gore, kenze û kumên zarokan saz dikirin. Tentene, rûyên livînan û neqşên ciwan li ser dineqişandin mîna kulîlkan, belgên daran û her wiha jî hin motîvên xuro kurdî mîna Şahmaran û Gulfiroş.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eJi tevnê cilkên nimêjê û merşik çêdikirin. Ewan xaniman, morîkên rengorengo bi çarikan ve dikirin, cil û bergên bûkan ku piraniya wan ji karê destî bû amade dikirin. Berîk saz dikirin û ew bi dîwaran ve dikirin û di wan berîkan de, derman, da û derzî û hûremûrên malê diparastin.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eHin jin jî hebûn ku bi hunermendiyeke pir bilind ji çuqlî û şaxên daran hêlanên bedew û dergûş û landikên zarokan di`afirandin, herweha wan jinên şox û şeng zembîl û selik dixemilandin.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003eHêjayî gotinê ye ku heman jinên kurd di dema mijûlbûna xwe bi hunerê ve, bi karên destan ve, helbest, dîlok, heyranok û lawik diristin.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003e\u003c\/p\u003e\u003cp\u003e(Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e","brand":"Na Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":51639684399384,"sku":"book_dyk_9786257085779","price":9.78,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/dugJ8H0NMQ6Vz3g8BcZILLnApttOrPAUInwMNIVG_882a7734-e43a-4057-818e-528d546401c4.jpg?v=1770249670","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/jin-u-pirsa-wejeye-na-yayinlari-i%cc%87nce-kapak-1","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}