{"product_id":"jin-u-pirsa-wejeye-na-yayinlari","title":"Jin u Pirsa Wejeye | Na Yayınları","description":"\u003cp\u003eJin u Pirsa Wejeye Kitap Açıklaması: Hîna ji mêj ve, piraniya jinên kurd û bi awayekî hunerî ciwan tayişik û kulav çêdkirin. Hirî bi teşiyê ve dikirin û rîs dirêsandin, ji wî rîsî gore, kenze û kumên zarokan saz dikirin. Tentene, rûyên livînan û neqşên ciwan li ser dineqişandin mîna kulîlkan, belgên daran û her wiha jî hin motîvên xuro kurdî mîna Şahmaran û Gulfiroş.Ji tevnê cilkên nimêjê û merşik çêdikirin. Ewan xaniman, morîkên rengorengo bi çarikan ve dikirin, cil û bergên bûkan ku piraniya wan ji karê destî bû amade dikirin. Berîk saz dikirin û ew bi dîwaran ve dikirin û di wan berîkan de, derman, da û derzî û hûremûrên malê diparastin.Hin jin jî hebûn ku bi hunermendiyeke pir bilind ji çuqlî û şaxên daran hêlanên bedew û dergûş û landikên zarokan di`afirandin, herweha wan jinên şox û şeng zembîl û selik dixemilandin.Hêjayî gotinê ye ku heman jinên kurd di dema mijûlbûna xwe bi hunerê ve, bi karên destan ve, helbest, dîlok, heyranok û lawik diristin. (Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e","brand":"Na Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":47953417306392,"sku":"dyk_mart24yeni_9786257085779","price":7.7,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/0002108509001-1.jpg?v=1711430683","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/jin-u-pirsa-wejeye-na-yayinlari","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}