{"product_id":"jiyanek-bajarek-u-dewranek-sitav-yayinevi-i̇nce-kapak","title":"Jiyanek Bajarek u Dewranek | Sitav yayınevi (İnce Kapak)","description":"\u003cp\u003eJiyanek Bajarek u Dewranek Kitap Açıklaması: Ev berhem, çîroka jiyana nivîskar, nifşê wî û şarê wî yê bextereş ku 63 salên wî lê bihorî ne vedibêje. Bi gotineke din, qîrîn, zarîn û hewara zarokên kurdan ên pişaftî, herifandî û hilçinandî ye. Bi awayekî trajîk dîmenên vekuştina ri'hê nifşekî û dûmahika wî nifşî raberî we dike ku di heman demê de ew dîmen talana keleporekê, kuştina zargotinekê û nîvkuştina zimanekî jî piştrast dikin.Piştî rûxîna dewleta Osmaniyan, dema li ser xaka kurdan a qedîm Komara Tirkiyê hat damezirandin, rêveberiya komarê tevî hemû şar û şaristanên kurdan, pergaleke çawa li bajarokê me danî? Çawa rihê bajarokê me xesandin? Pergala perwerde û pişaftinê karekî çawa li ser zarokên kurdan kir? Berî em neketibûn vê kodê rengê me, dengê me û bêhna me çi bû, piştî em di vî aşî de hatin hêran û pişaftin, em bûne çi û veguheziyan çi tiştî? Em çawa ji xwe dûrketin, bi çi sedemê bûn biyanê çand û kelepora xwe ne? Em çima nikarin li cihê kurdekî rawestin, weke kurdekî bihizirin û bi çavê kurdkî li cîhana xwe binêrin, ya herî xirab jî ew e ku çima em nikarin bi enstrûmanên tam, denklemên rast damezirînin?Bêguman bersiva van hemû pirsan di vê berhemê de tuneye. Erê, hûnê karibin çend çarçik wêneyên rewşa xwe ya trajîk a bi vî rengî di vê berhemê de bibînin, bi hezneke kurdewar lê binêrin û di ser halê xwe de biponijin û pirsan li xwe bikin! (Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e","brand":"Sitav yayınevi","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":49965682262296,"sku":"book_dyk_9786258255584","price":12.26,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/0002167706001-1.jpg?v=1744209907","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/jiyanek-bajarek-u-dewranek-sitav-yayinevi-i%cc%87nce-kapak","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}