{"product_id":"karibaren-gele-kurd-peywend-ciltsiz","title":"Karîbarên Gelê Kurd | PEYWEND (Ciltsiz)","description":"\u003cp\u003eEndamê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanê Ahmedê Hepo ev xebata xwe li ser heşt beşên sereke ava kiriye: Di beşa yekem de beyt-serpêhatiya mêrxasê kurd Eliyê Xarziya heye û bi terzê dengbêjan hatiye tomarkirin. Di beşa duyem de çîroka bi navê Dundulçûk heye ku hiinekî dişibihe çîrokek ji Çîrokên Hezar û Yek Şevê. Kilamên mêrxasiyê yên bi navên “Îsmayîl Axa”, “Elîko Lawo”, “Kekê Nisret”, “Tahar”, “Kekê Ewlo”, “Heydero Lawo”, “Elîngo Lawo”, û “Hamê Mûsê” di rêza sêyem de cih digirin. Herwiha di beşa kilamên evîntiyê de jî stranên “Kalê û Du Keçik”, “Qazî”, “Domam”, “Heso û Xanim”, “Jina Çê” û “Hecî Nûrî” valahiyeke berbiçav dagirtiye. Di tevahiya berhemê de 185 dilok hene ku her yek ji ya pêşiya xwe xweşiktir e. Çil pêkenîn û şîretên berhemê çêjeke taybet didine wêjeya kurdî; hem rûyê mirovî geş dikin hem jî hişê guhdarî kaşî nava deryayeke ramanê, ibretgirtinê dikin. Nivîskarî tenê numûne berhev nekirine; herwiha derbarê nirxandina numûneyên folklorî de jî du gotarên lêkolînî amade kirine. Di beşa “Hêjaya karîbarên gel di çi da nin?” de berhevkarî hewl daye ku tekstên tomarkirî û bihîstinên xwe bi rêbazeke wêjeyî binirxîne. Mirov dikare gotarên “Nîgara Jina Kurd Nava Beyt-Serpêhtiyan da” û “Nîşana Mêrxasiyê” wekî du xebatên zanistî binirxîne ku lêkolînerî ji gelek çavkaniyan sûd wergirtiye. Di dawiya berhemê de beşa nivîsarnasiyê heye ku bîbliyografyaya salixdarên nivîskarî tê de hatine destnîşankirin.\u003c\/p\u003e\u003ch2\u003eKünye\u003c\/h2\u003e\u003ctable\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eYazar\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003eAhmede Hepo\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eYayınevi\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003ePEYWEND\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eSayfa\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003e183\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eBasım tarihi\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003e2021-01-01\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eCilt\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003eCiltsiz\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eDil\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003eTürkçe\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eISBN\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003e9786057031501\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003c\/table\u003e","brand":"PEYWEND","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52791071998232,"sku":"book_dyk_9786057031501","price":12.0,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/wh_8b26b0303.jpg?v=1790756339","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/karibaren-gele-kurd-peywend-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}