{"product_id":"keskesin-lis-basin-yayin-ciltsiz","title":"Keskeşın | Lis Basın Yayın (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e\"Zanyarên cîhanê tesbîtek kirine ku bîra mirov nexweşê jibîrkirinê ye. Û gotine ku mêtingerên Kurdistanê bîra mirovan vala dikin. Her wiha li şûna wê valahîyê, afirandinên xwe bi cih dikin. Ne bi tene bîra mirovan, her wiha çand, huner û zimanê wan jî dikin qada mêtingehê. Ji hêla fîzîkî ve jî di nava niştecihan de Serxet û Binxetan ava dikin û her du alîyên Xetan wekî qadên nêçîrê destnîşan dikin. Paşê li qadên nêçîrê çi rûdan pêk werin jî, ew van rûdanan wekî sedemên desttêwerdanê rê didin… \u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003ePisporên jîyana nojdarîyê tesbît kirine ku di nava Parzaya Berxwedanê (PB) de hêmanên zixtdayîna afirandina berheman a bi rêya berxwedanê hene û mirovên berxwedêr bi xwedubarekirina afirandinê, qadên nêçîrê xera dikin…” \u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eYaqob Tilermenî bi kurteçîrokên di Keskeşînê de yên têkîldarî hev û di heman demê de ji hev azad, hewl dide berê bergeha xwezaya duşîze ya berî bi hezar salan ber bi cîhana îro ve araste bike.\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Lis Basın Yayın","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52430856585496,"sku":"book_dyk_9786256626355","price":10.45,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/AjZ7ldXa0nslE0j5pgMCendwJBykUAs402w1HGMl.jpg?v=1784764522","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/keskesin-lis-basin-yayin-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}