{"product_id":"kultur-u-neteweperweri-doz-i̇nce-kapak-1","title":"Kultur u Neteweperweri | Doz (İnce Kapak)","description":"\u003cp\u003eNeteweperweriya kurdî aniha xwedî projeyekî ji hev cuda, beş bi beş, jêkdabirî û xwedî taybetiyeka herêmgerî ye. Her ji destpêkê ve, her perçeyên xwe di nav cografyayeka civakî û siyasî ya jêkdabirî, lawaz û wêraniyeka kulturî de dîtiye. Ew, bereksê neteweperwerên ereb, fars û tirk, samaneka mezin a fikrî, siyasî nebûye da ku binemayeka epîstemolojîk û îdeolojîk ji bo xwe durist bike û alîkarî hindê di pêwenda \"xwe'' û \"wî'' de, diyardeyên dewrûberan têbigihe, yan cure keleheka fikrî û kulturî li hember êrîşên kulturî û siyasî yên neteweyên serdest ji bo xwe dabîn bike. Yanî neteweperweriya kurdî, ji ber van şert û mercên dîrokî, bi bêhêzî û tênegehiştina xwe ve nekariye sîstemeka fikrî-îdeolojîkî û epîstemolojiyeka taybet ji bo xwe hilberîne, ku ji xwe û pêwendiyên di gel \"ên dîtir\" û \"wî'' de, bi diyardeyên siyasî, îdeolojîk û kulturî ve saz bike, lê her hewl daye xwe li gel wan biguncîne. Bereksê wê, di hemî qadên xwe ve çavlidestî neteweperweriya neteweya serdest û ronakbîrên wan bûye. Ji sîstema fikrî-îdeolojîk ya wan ku berhema ezmûna civakên wan bûn, hinek çemk û tovên (toxim) epîstemîk û îdeolojîk wergirtine da ku rastiya civaka xwe pê ve biguncîne.\u003cbr\u003e\u003cbr\u003eMin berê di çend kitêb û nivîsarên din de îşaret bi neteweperweriya kurdî kiribû. Ev kitêba berdest birrek behs li xwe digire, di vî warî de hewldanek din pêk tîne. Dixwazim ronahî bixe ser hinek hêl û aliyên din yên neteweperweriya kurd, taybetî jî bi pêwendiyên digel kultura kurdî ve.\u003c\/p\u003e\u003cp\u003e\u003c\/p\u003e\u003cp\u003e(Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e","brand":"Doz","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":51635245449496,"sku":"book_dyk_9786259628073","price":8.95,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/XeE8Vrix5UPthvjoYp3ppoCD1FJjlrjroCZlj5a5_6562fd0a-8b82-4c1a-936a-5ee1cb8ab313.jpg?v=1770163462","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/kultur-u-neteweperweri-doz-i%cc%87nce-kapak-1","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}