{"product_id":"kurd-kiteb-capxane-peywend-ciltsiz","title":"Kurd, Kiteb, Çapxane | PEYWEND (Ciltsiz)","description":"\u003cp\u003eKURD, KITÊB, ÇAPXANE Weşangeriya Kitêbên Kurdî di Dewra Osmaniyan de (1844-1923) Mebesta vê xebatê lêkolînkirina li ser weşangeriya kurdî ya dema Dewleta Osmanî ye. Danasîna kitêbên kurdî yên ku di navbera salên 1844-1923yan de di nav sînorê Osmanî de çapbûne, naskirina weşangerên van kitêban û têkiliya van kesan bi komeleyên kurdî re mijarên sereke yên vê xebatê ne. Ji bo vê yekê di beşa 3 û 4an de danasîna 40 kitêbên kurdî yên wê dewrê tê kirin. Herwiha di beşa duyem de hewl tê dayîn ku peywendiya di navbera çapkirina kitêbên kurdî û pêşketina nasnameya kurdî ya di dewra Osmanî de bê nîşandan. Ji ber vê yekê di vê beşê de qala komeleyên kurdan ên wê demê û weşanên wan ên periyodîk, bi giştî çapemeniya kurdî ya dewra Osmanî, vegotina rewşenbîr\/netewperwerên kurd ên wê demê û çend bûyerên girîng tê kirin. Dîsa bi vê mebestê behsa du kesan tê kirin ku bi fikriyata xwe bandoreke mezin li ser kurdayetiyê wê dewrê kirine: Ehmedê Xanî û Hacî Qadirê Koyî.Naxwe em dikarin bibêjin ku du aliyên vê xebatê hene: Aliyê pratîk hewl dide ku di nav çarçoveya xebatê de lîsteya kitêbên kurdî yên dewra Osmanî derbixe, aliyê teorîk jî hewl dide ku beşek ji fikra “kurdayetî”yê û têkiliyên wê yên bi metbûatê re ronî bike. Ji bo pêkanîna vê jî çavkaniyên sereke weşanên wê demê bûn. Kovar, rojname, kitêb û rêziknameyên wê dewrê, hin caran jî belgeyên arşîva Osmanî rê nîşanî me da.\u003c\/p\u003e\u003ch2\u003eKünye\u003c\/h2\u003e\u003ctable\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eYazar\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003eMesud Serfiraz\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eYayınevi\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003ePEYWEND\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eSayfa\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003e246\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eBasım tarihi\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003e2020-01-25\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eCilt\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003eCiltsiz\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eDil\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003eTürkçe\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003ctr\u003e\n\u003cth\u003eISBN\u003c\/th\u003e\n\u003ctd\u003e9786058434509\u003c\/td\u003e\n\u003c\/tr\u003e\n\u003c\/table\u003e","brand":"PEYWEND","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52795319288088,"sku":"book_dyk_9786058434509","price":14.79,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/wh_50fe3e484.jpg?v=1790843968","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/kurd-kiteb-capxane-peywend-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}