{"product_id":"kustina-di-ekspresa-rojhilate-de-pall-wesan-ciltsiz","title":"Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de | Pall Weşan (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eZivistaneke xedar, berfeke bê hed û hesab. Piştî nîvşevekê Ekspresa Rojhilatê di nav sêfiyên berfê de asê dimîne û nikare bi rêya xwe berdewam be. Ev trêna bêhawe ku di demeke wisa de ecêb şên û qelebalix e, destê sibehê bi qewamekê diheje: Karsazê amerîkî di kompartmana xwe de bi duwazdeh derbên kêran hatiye kuştin û tew deriyê wî jî ji hundir ve qefilandî ye. Tam di wê demê de dedektîf Hercule Poirot jî li wir e ku ji Helebê lêxistiye hatiye û dê vegere Londonê. Wezîfe li ser Poirot dimîne û divê bûyerê ron bike. Gelo dê bikare şopa vê kuştinê bigerîne û bizane kê çima kuştiye?\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eAgatha Christieya ku wekî şahbanûya edebiyata polîsî tê zanîn, kitêbên wê tevî wergerên wan zêdetirî du milyar nisxeyan hatine firotin û li zêdetirî 100 zimanan hatine wergerandin. Kuştina di Ekspresa Rojhilatê de ku cara ewil di 1934an de tê çapkirin û yek ji romanên kult ên edebiyata polîsî tê qebûlkirin, bi wergera Dibar Çelik me dikişîne nav dalanên mişt bi raz û şaşwaziyan dagirtî.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e \u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Pall Weşan","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52768213893400,"sku":"book_dyk_9786259012032","price":13.38,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/pEMq6VG1JLXzXSyxIMaQmpjatQ9bTuAvaskaFYp1.jpg?v=1790381374","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/kustina-di-ekspresa-rojhilate-de-pall-wesan-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}