{"product_id":"meriven-reben-avesta-yayinlari-ciltsiz","title":"Meriven Reben | Avesta Yayınları (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eDi pêşgotina kitêbê de Hesenê Metê dibêje: “Dostoyevskî yekemîn nivîskarê êş û azara jiyanê ye. Hunermend, psîkolog, humanîst û dilovan... bi van nexşan, yekî nola wî nehatiye û ne jî çûye. Bi xwe jiyaneke tahl, xizan, bi êş û nexweşî buhurandiye. Erd û asîman, cin û perî, çêyî û xirabî di jiyan û berhemên wî de li hev dipiçikin û hevdu dihûnin. Gelek rexnegir û lêkolîneran li ser Dostoyevskî pir û pir tişt gotine û nivîsandine. Ji van tiştan gelekî wan ji hev dûr û gelekî wan jî nêzîkî hev in. Ji ber vê yekê, ez ne bawer im ku bi nîgareke din û yeke din û yeke din jî meriv bikanibe ruh, raman û felsefeya wî bidine famkirin. Û ne dûrî aqilan e ku em bibêjin: Dostoyevskî bi xwe jî nîgara êvîn û oldariya xwe, dilovaniya ruhê xwe, kurahiya felsefeya xwe, nexş û hûnandina hunermendiya xwe bi lêv nekiriye û nikanibûye bike. Dibe ku ev ji bo wî jî gelekî dijwar bûye. Dostoyevskî bi xwendinê tê famkirinê, lê dijwar e ku were katkirin.”\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":51806692901144,"sku":"book_dyk_9786052246931","price":11.18,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/65BNKnYaYg4sDftc1wFyI7ntqWyrBf8thGWWSn9V.jpg?v=1773099445","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/meriven-reben-avesta-yayinlari-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}