{"product_id":"mirade-kine-jiyan-huner-u-stranen-wi-nubihar-yayinlari-ciltli","title":"Mirade Kine Jiyan, Huner Ü Stranen Wi | Nubihar Yayınları (Ciltli)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eHerêma Torê; ciyê dîn, milet û şaristaniyan e; herwiha cî û warê çanda Kurdan e jî. Yek ji hozanên me yê din ava vê pirrengiya çanda dewlemend de gihiştî, Miradê Kinê ye. Ew bi navê “Miradê Kinê”, “Mirado” û bi leqeba “Mîrê Ribabê” tê naskirin. Bi eslê xwe ji navçeya Kerborana Mêrdînê ye.\u003cbr\u003eMiradê Kinê, hunermendekî dualî ye; hem stranên kêf û dawetan gotine hem ji yên dengbêjiyê. Stranên kêf û dawetan bi wezn û aheng, yên dengbêjiyê jî bi awaz û bi şewat gotine. Wî bi vê dualîtiya xwe, geh dile xelqê xemgîn kiriye, geh jî şengîn kiriye. Wî, di muzîka Kurdî de digel awaz û şêwaza xwe, bi ribaba xwe jî reng û tarzeke nû û ciyawaz afirandiye, ku niha jî gelek hunermend li ser tarza wî stranan dibêjin.\u003cbr\u003eMiradê Kinê, hem gula dîwan û cıvatan hem jî bulbulê dawetan bû. Li herêma Torê, hunermendê ku herî zede ji bo dawetan dihate vexwandin û hezkirin, ew bû.\u003cbr\u003eVêca ev kitêba li ber destê w eli ser Miradê Kinê ye. Ji du birrên sereke pêk tê. Birrê yekem lêkolîn e li ser jiyana Miradê Kinê û stranên wî, birrê duyem jî deşîfrasyona 116 stranên wî ye.\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Nubihar Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":51806711742744,"sku":"book_dyk_9786256605152","price":18.18,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/41qYC4t1dWbhlKdlaTaBCxkq30OvriQN3q3zXy94.jpg?v=1773099780","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/mirade-kine-jiyan-huner-u-stranen-wi-nubihar-yayinlari-ciltli","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}