{"product_id":"sapat-avesta-yayinlari-ciltsiz","title":"Şapat | Avesta Yayınları (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eBerhemeke nû ya çîrokan ji Enwer Karahan:‬ ‘‘Derket”\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003e“...Çi ye, ne çi ye? Mêrik nivîskaaar e! Nivîskarê bêpere, bênav û bêhizûr… De îcar te xêr e bavê minooo, te xêr e? Tu çi dinivîsî? Çend kes nivîsên te, çîrok-mîrokên te, roman-momanên te yên derewîn dixwînin? Yanî bixwîne çi ye û nexwîne çi ye? Ka ew qas bira û xwehên te hene, ew qas meriv û mihubên te hene, ew qas heval-mevalkên te hene, ka çend kesan ji wan nivîs-mivîskên te xwendine? Hema va ye ez jina te me, ka min çend tiştên te xwendine? Ma çi gû tê de heye ku ez bixwînim?...\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eEw her dike pitepit ku odeyeke wî tune ye, ew nikare di nav qelebalixiyê de tu karî bike.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eDe îcar ji xwe re li behaneyê binêrin... Ma kesî bi destê te girtiye, mêro? Tu ji sibehê û hatanî êvarê hewante li malê rûniştiyî û kî zane bê tu bi wê kompîturê çi dikî. Bi kê re chat û metan dikî, îcar çi ye, ne çi ye, ew dinivîse. Tu çi dinivîse? Hêç! Tiştên sapiq mapiq û faziq.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eKa qala xwe bike, qala xwe… Bi rastî jî qala xwe bike. Tu çi ji jin û zarokên xwe re dikî? Tu çi ji bo wan, ji bo pêşeroja wan difikirî? Ka te wek xelkê çi ji me re kiriye? Hêç! Çi ye û ne çi ye, mêrik  nivîskar e. Nivîskarê çi ye? Yê Eyşê û Fatê ye, yê Xeto û Remo ye. Êêêê, ê me çi? Me çi ji te fêm kir?”\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52407361732888,"sku":"book_dyk_9786052246498","price":9.47,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/tERJa9G333MKapGWv6M6SfHv7ceBXVXJihZehw92.jpg?v=1784164308","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/sapat-avesta-yayinlari-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}