{"product_id":"sasitiya-kesis-a-kusinde-lis-basin-yayin-ciltsiz","title":"Şaşitiya Keşiş A Kuşinde | Lis Basın Yayın (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003e“Şaşîtîya Keşîş a Kuşînde”, ji alîyekî ve romana evîna yekalî ji alîyê din ve jî romana têkoşînê, romana nerît û tolhildanê ye. Em di romanê de, hewldaneke mezin û derasayî dibinin ku di nav bêderfetiyê de li derfetê digere û ji bo peydekirina ‘Mishefa Reş’ her tiştî dike. Em dikevin perestgehên kevn ên rojê û şervanên ku bi pêyên xwe tîran diavêjin û kodên di nav bazbendê de veşartî dibinin. Û pê re jî zimanekî sade, vegotineke pijiyayî û velezîna ku ji ber honakê derdikeve holê.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eEv serborîya ku di dem û çaxên pir dûr û kevn de diqewime; serborîya ku digel aliyên rastî û xeyalî ên lehengên xwe li ser tiştên mukemel dihizire, di îro de jî didome û roman bi vî awayî dibe vegotina serborîya roja îroyîn.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eHelbet mirov dikare xwendinên cudatir bike. Dîrok. Ji dîrokê bêtir cografya, dabûnerît, lehengên rastî û yên ku xwedî hêzên derasayî ne, bajarên antîk, zengînîya ku ji ber hêmanên etnografîk pêk tên û sêhr û çanda bîrûbawerîyê di nav heman honakê de derdikevin pêşberî me. Teksteke wisa hatiye afirandin ku ji wêjeyeke, ji dîrokeke ku hebûna wê nayê qebûlkirin, nehatiye dîtin û xeyala wê nehatiye kirin, peyde bûye. Loma jî dê Şaşîtîya Keşîş a Kuşînde bale bikişîne ser xwe û em ê behsa wê bikin.\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Lis Basın Yayın","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52048178184472,"sku":"book_dyk_9786057535412","price":14.4,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/Cp1FR4Uf9t8iRJ8FrvMDcoLBheDb3WHYuQuGcjhc.jpg?v=1778542385","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/sasitiya-kesis-a-kusinde-lis-basin-yayin-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}