{"product_id":"seta-cegerxwin-lis-basin-yayin-ciltli","title":"Seta Cegerxwîn | Lis Basın Yayın (Ciltli)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eCegerxwîn im siyahçerd im, di kunca xelwet im ya Reb”\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eDi mêjûya wêjeya Kurdî de, Seydayê nemir Cegerxwînê Hesarî cihekî taybet û nêvnas digire û her dem wekî helbestkarê gel ê hem klasîk hem nûjenxwaz deng daye û cihê xwe di dil û hişê gelê xwe xweş kiriye.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eDi vê veçapa nû ya berhemên helbestî yên Seyda Cegerxwîn de, Weşanxaneya Lîsê ya ku ji sala 2004'an ve barê weşandina şahberhemên Kurdîyê avêtiye ser milên xwe, xwestiye ji nû ve li dîwanên Seyda vegere û bi hûrbînî û şarezayî çapeke hêja ya sererastkirî raberî hezkerên helbesta Kurdî bike.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eEv çapa li ber destên we berhema kedeke dûrûdirêj a pisporane ye. Armanca sereke ya vê veçapkirinê ew e ku dîwanên Seyda Cegerxwîn bi rengekî nûjen û xweşamadekirî werin raberkirin.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eÇapa Lîsê ji du bergên mezin ên bedew û dilrevîn pêk tê ku qutîyeke rengîn wan hembêz dike. Cilda yekê bi serenavê “Ronahî Li Pey Tarî ye” û cilda duyem bi serenavê “Ji Min Dil Bir Bi Carek” e.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eLîsa ku her dem xwedî li pêşeng û nûjenxwazên wêjeya Kurmancî\/Kurdî derketiye û xwe berdaya rêça dirêj a bipêşvebirina wêje û çanda Kurdan, vê carê bi veçapkirina dîwanên Cegerxwînê Seyda -Seydayê Helbesta Kurdî- li pêşberî xwînerên xwe ye... da ku em jî wekî Cegerxwînê gewre “nûjen bin bi pîrî”… da ku em“guh bidin saza” Cegerê xwe.\u003cbr\u003e \u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Lis Basın Yayın","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52403287949592,"sku":"book_dyk_9766054497737","price":120.71,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/VEc0LfjpPHI0F9sHHIm3dkBOj4ExVKyqq5asVhbS.jpg?v=1784078403","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/seta-cegerxwin-lis-basin-yayin-ciltli","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}