{"product_id":"sevek-sizofren-lis-ince-kapak-9786058152175","title":"Şevek Şizofren | Lis (İnce Kapak)","description":"\u003cp\u003ePayîza dereng. Bi metirsîyeke erjeng, kitana xwe bi ser serê xwe de dike û di ber xwe de diponije hîv. Awirên hîvê yên xwe ji şevê vedidizin, yên ku ji şermê rûyê xwe ji şevê vedişêrin, dikin ku şev li sîya xwe bilikume. Kiras bi ser kirês de li xwe dike û reş dixeniqe hêdî hêdî. Bayê ku bi kelecahdeke şaşwaz, qetqetî û belawela ku nizane ber bi ku derê ve bisûre, bi toz û tirabêlka deştê, şevê distirê. Şewqên li hawirdora hewşê bi hêlanî lê dînokî doş dibin, li ser sîya pelên li ber bê vedilîzin, diqusin. Xuşîna pel û şaxên darên hewşê yên ku payîzê newqa wan tewandibû, bi bê re xwe li bin guhê têledirîyên ser dîwêr û derîyê heta ser piştê vekirî, dixist. Ecacokê pûş û qirşikên pirêzeyên şewitî tevî toz û tirabêlkê di derî û pencereyên xanîyê li xewleyê gund re dixist hundir.\u003cbr\u003eÎrfan Amîda, di Şevek Şîzofren de, xwendevan derdixe rêwîtîyeke him nas him jî xerîb. Nas e, çi ku vê axê demên mîna salên 90’î reşî qetran dîtin. Xerîb e, çi ku Amîda bi rêya derfeta vegotineke nû û nûjen xwendevan ber bi dalanên tarî û sawdar ve dikişkişîne.\u003c\/p\u003e\u003cbr\u003e\u003cbr\u003e\u003cp\u003e(Tanıtım Bülteninden)\u003c\/p\u003e","brand":"Lis","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52964461314328,"sku":"book_dyk_9786058152175","price":17.76,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/ogR2VDWMr8WGp2tQf0dJ4szOYmG24OHdSCin2jO6.jpg?v=1792538367","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/sevek-sizofren-lis-ince-kapak-9786058152175","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}