{"product_id":"sihren-mizewran-avesta-yayinlari-ciltsiz","title":"Sihren Mizewran | Avesta Yayınları (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eEz ji serboriya xwe ya haîkûnivîsînê pak pê beled im ku haîkû, wek sonnetan, xezelan, coupletan û terzên poetîk î şêwemehdûd î dîtir, ber‘eksê texmîna gelek kesan ku lewane ye li cem xwe bibêjin kurt e û ma çi ye, şêweyekî dijwar û tev çiya û çelixt e, çi ku her zehmettir e wekî qelema şa’iriyê bişêt tixûbên teswîrkariya dûr û dirêj bişikêne ku di gerdûna wê ya xas de şa’ir lê baniyaye û exlebe ji her şa’irî nayê ku çilk û dilopên belor ên bizavên siruşta bixulexul bi sê risteyan û hevdeh kîteyan li sîngê demê nîgar bike bi mandegarî. Ji dewra Matsûo Başoyê japonî ta bi Jack Kerouacê emrîkî û Berken Bereh û gelekên dîtir ên kurd, weku di Sihrên Mizewran a enwaê’ newadir û cewahir û elwanê nefais a şa’ir Ergîn Sertemî de hatiye, haîkû kurttirîn qebare ye, lê kûrtirîn nîgar e:\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eXanîkê tenê\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eLi xeta rêl-zeviyan\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003ePaceyên ronî     \u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eBi Sihrên Mizewran a haîkûnameya rengesmanî re Ergîn Sertem ê ‘esilba yê şa’ir, wergêr û zimannas û ekterê xas ê vê dewra zimanê me keşkola haîkûyên bi kurdmancî hem bi xweşikî vedijîne, hem jî tixûbên haîkûnivîsînê berfirehtir dike, bi hêz û şiyana wî “ezmanê dî” yê ku ji gerdûna Ehmedê Xanî û Mela Se’îd Şemdînanî xwe gihandiye heyna Fêrîkê Ûsiv û heyama me hemûyan.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eHaîkûyên Sihrên Mizewran hûrgiliyên rewneq ên xasenezera xaseşa’ir Ergîn Sertemî ne, ku ruhdêr û nayab in.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003e Kawa Nemir\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52400021307672,"sku":"book_dyk_9786258383058","price":9.23,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/BHNoM1tz8Q8onkmF3pyvfi8UeieupGbtSktYP91a.jpg?v=1783990835","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/sihren-mizewran-avesta-yayinlari-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}