{"product_id":"tizbi-destmal-u-tasek-av-sakiro-avesta-yayinlari-ciltsiz","title":"Tızbi, Destmal U Tasek Av: Şakiro | Avesta Yayınları (Ciltsiz)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp\u003eZiman, edebiyat û heya bi derekê dîrok di nav civakên ku nivîs bi berbelavî nayê bikaranîn de bi rêya kevneşopî û ew kesên ku di nav wê kevneşopiyê de cih digirin li ser piya dimîne. Zindîbûna kevneşopiyê di rewşeke wisa de ji aliyekî ve jî berdewamiya civakê ye û lewma jî şopîner û nûnerên wê şopê jî xwedî roleke girîng in di civakê de. Bîra wan, bîra civakê bû, hebûna wan zîndîbûna bîra civakê û berdewamiya hebûna civakê bû di heman demê de.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eDengbêjî û dengbêj ligel hinek kevneşopiyên din û nûnerên wan kevneşopiyan di nav civak û çanda kurdan de roleke wisa girîng digirt ser xwe. Wan ne tenê bûyerên demên berê bi deng û awazên xwe dianîn ziman; di heman demê de bi wan çalakiyên xwe ziman û edebiyata gel jî zindî, li ser piya dihiştin. Bi gotineke din a zelal ew barkêşên ziman û edebiyat û dîroka gel a nenivîsandî bûn. Gava em ji îro ve li doh dinêrîn wê girîngiya rola wan a di zindîbûn û berdewamiya ziman û edebiyata kurdî de bi awayekî zelal dibînîn.\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003eGava mijar dibe dengbêj û dengbêjî di nav kurdan de bêguman di serî de Evdalê Zeynikê û ev şopa ku li pey xwe hiştiye tê bîra mirov; ew şopa ku bi Reso dewam kiriye û xwe gihandiye Şakiro. Kî bûn, di nav kîjan şert û mercan de berê xwe dabûn vê şopê û bi çi zehmetiyan ew şop li ser piya dihiştin?\u003c\/p\u003e\n\u003cp\u003e“Tizbî, Destmal û Tasek Av: Şakiro” wek bersiveke van pirsan e. Nivîskar di vir de bi honandineke edebî ku deqên xwe ji rastiyê sitandine serboriya Şakiro û dengbêjiya wî, têkiliyên wî, evîna wî, ew şopa ku daye pey û heya dawiya emre xwe li pey maye, zehmetiyên ku kişandine û tenêtiya wî ya dawî nîşanî me dike. Lê her çiqasî vegotin li ser Şakiro hatibe honandin jî, leheng hemû dengbêj in!\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52395122950424,"sku":"book_dyk_9786258383010","price":9.28,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/qZWX6lkmnI3PQ4CBGOIR1DIyl7qj9CyIZu0ZL5vk.jpg?v=1783905596","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/tizbi-destmal-u-tasek-av-sakiro-avesta-yayinlari-ciltsiz","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}