{"product_id":"ulysses-ozel-baski-avesta-yayinlari-ciltli","title":"Ulysses (Özel Baskı) | Avesta Yayınları (Ciltli)","description":"\u003cdiv class=\"pd-content-overview\" id=\"collapsible-desc\"\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eUlysses, James Joyce\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e “Bikaranîna Odîssiyê ya Joyceî bi şêweyekî terîb… giringiya xwe ya vedîtineke zanistî heye… Ev yekser şêweyekî kontrolkirinê, birêkûpêkkirinê, dayîna dirûvekî û wateyekê bi panoramaya bêserî û bêbinî ya bêçuneyiyê û geremolê ye ku mêjûya hevçerx e… Ev, ez bi micidî pê bawer im, pêngavek e berev mimkinkirina cîhana modêrn bo hunerê.”\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eT. S. Eliot\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e “Ulyssesê bi têra xwe nûr-nedera xwe ya gilî-gotinan heye ku pirr û gelek romanan raxe… Dijwar e ku hûn şayeseke kamiltir a mirovê siruştî peyda bikin.”\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eHarold Bloom\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e “Berhema Joyceî ne der barê qewamê de ye, ew qewam bi xwe ye.”\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eSamuel Beckett\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e “Kawa Nemirî ji bo wergera Ulyssesê çavkaniyên kurdiyê hemû seferber kirine û bi vê rêyê re çaviyên edebiyata potansiyel ya di zimanê kurdî de vekirine… wisa ku careke din biçespîne ku zimanê lawaz nîne, meger xwîner lawaz bin.\u003cbr\u003eXwendineke oqyanosî li ber me xwînerên kurdiyê ye vê carê.”\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eErgîn Sertem\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e “Wergera bi kurdî ya Ulyssesa James Joyce, der ji şikberiyê, serkeftineke abîdeyî ye bo zimanê min ê zikmakî. A Kawa Nemirê şa’ir kirî, ku ji 2012an û vir ve li Kurdistanê li Diyarbekirê û li Mêrdînê min bi çavên serê xwe dît, qet guman tê de nîne, tolhildaneke gewre ye ku hat hilanîn ji koloniyalîzma zimanî ya dereke û navxweyî. Ji niha û pê de, kurdiya Ulyssesê giyanê me yê hevbeş e.”\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eŞener Ozmen\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e “Va bû. Kawa Nemirê çargurçik Ulyssesa ‘ezamet a James Joyceê pirrole bi kurdî (kurmancî) dibêje. Stephen Dedalusê lixwedîtî dê êdî li nava kolanên Dublina me bigere.”\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eSelîm Temo\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e “Ji sala 2022yan û pê de, ji 100em sala çapbûna Ulyssesa James Joyce û pê de, kurdiyeke Ulyssesî û Ulyssesa bi kurdî heta bi hetayê dê bibe berhema li ber serê me.”\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003ePapiers de Paris, Behîce Ferîde Demir\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eJAMES JOYCE: James Augustine Aloysius Joyce, şa’ir, romannûs, kurteçîroknûs û şanona- menûsê ayrlendî yê ku di 2yê Reşemeya 1882yan de li Dublina paytexta Ayrlendê ji dayîk bûye, bêtir ji berhemên xwe yên mayîn, bi her du romanên xwe yên ‘ezamet, bi Ulyssesê (1922) û Finnegans Wakeê (1939) bi nav û bang e. Di şeş saliya wî de malbata wî ew şande dibistana leylî ya cezwîtan a bi navê Clongowes Wood College ku di heyna xwe de yek ji baştirîn dibistanan bû li Ayrlendê, lê belê, ji ber destbelavî û deyndariya berdewam a bavê wî John Stanislaus, Joyce nekarî bi xwendina xwe ya di wir de berdewam bibe û di 1891ê û 1892yan de li malê li jêr çavdêriya dayîka xwe Mary Janeê perwerde bû û di 1893yan de li gel birayê xwe Stanislaus di Belvedere Collegea dibistana navîn a cezwîtan de dest bi xwendinê kir û her di wê dibistanê de qewimî ku Joyce dest ji baweriya xwe ya dînî ya Kasolîkiya Romayê kişand. Di pey re, di Zankoya Dublinê de (ku ew jî dezgehekî qeşeyên cezwît bû) wî dest bi fêrbûna zimanan kir, birrek kitêb xwendin, zehf xebitî û bi şêweyekî geş û gurr beşdarî Civata Edebiyatê û Mêjûyê ya zankoyê bû. Joyce heyranê Henrik Ibsenê nûserê norwêcî bû û her wan salan, bi tenê ji bo ku bikaribûya berhemên wî bi zimanê orcînal bixwîne, fêrî norwêcî bû û yek ji wan nivîsên xwe yên pêşîn î micid, Dramaya Nû ya Ibsen a li ser şanonameya Ibsen a bi navê Dema Ku Em Mirî Hişyar Dibin nivîsî, di 1900î de di 18 saliya xwe de di London Fortnightly Reviewê de da weşandin û nivîskariya wî jî bi wî awayî dest pê bû. Di 31ê Çiriya Pêşîn a 1902yan de Joyce zanko kuta kir û jê û pê de, wekî rahênanên bo nivîskariyê, wî şi’r û epîfanî (kêliyên tezahuran) nivîsîn, pê re jî, ji bo ku bijîşkiyê bixwîne, çû Parîsê, lê li wir wî waz li wê hizrê anî, danasînên kitêban nivîsîn û di Kitêbxaneya Sainte-Genevièveê de xwe amadeyî nivîsîna berhemên xwe yên gewre yên cîhanhejên kir. Sala 1903yan, ji ber mirina dayîka xwe, Joyce bo demeke kurt vegeriya Ayrlendê û wan salan jî dest bi nivîsîna romana xwe ya avtobayografîk a kutanebûyî ya bi navê Stephen Hero kir, ji 1904an û pê ve pê ket kitêba xwe ya kurteçîrokan, Dubliners (Dubliniyekan) nivîsî ku axirî di 1914an de hat çapkirin. Di 16ê Pûşpera 1904an (Blooms- day-Roja Bloomî) de Joyce û hezkirî û hevsera wî Nora Barnacleê li Dublinê hev nas kir û di Çiriya Pêşîn a heman salê de her duyan bi hev re ji Ayrlendê berê xwe da bajarê Zurîxê yê Swîsreyê, piştî wê bi salekê, li bajarê Triesteyê yê Îtalyayê hêwra xwe danîn, Joyce li wir mamos- tayiya zimanê ingilîzî kir û li ser kurteçîrokên xwe û romanên xwe xebitî, zarokên wî û Norayê, Giorgio û Lucia, li wir ji dayîk bûn. Kitêba wî ya şi’ran a pêşîn, Chamber Music (Mosîqaya Jûrê) di 1907an de li Londonê çap bû. Wan salan, Joyce berhema xwe ya bi navê Stephen Hero ji sêrî de ji nû ve nivîsî, ew mesixande romana xwe ya bi navê A Portrait of the Artist as a Young Man (Wêneyekî yê Hunermend wekî Peyayekî Xort) a ku di 1916an de hat weşandin û di 1918an de jî yekane şanonameya wî Exiles (Derbiderekan) hat weşandin û di 1914an de li Triesteyê êdî wî dest bi nivîsîna Ulyssesa xwe ya gewreya gewreyan kir, ku di 1915an de Îtalya tevî Şerê Cîhanê yê Yekem bû, Joyce bi malbatî li Zurîxa Swîsreyê akincî bû, bi piştevaniya darayî ya bi salan a du jinên dewlemend, Edith Rockefeller McCormickê û Harriet Shaw Weaverê, wî nivîsîna Ulyssesê di 1921ê de li Parîsê kuta kir û Sylvia Beacha xwediya Weşanxaneya Shakespeare and Companyyê di 2yê Reşemeya 1922yan de, tam di çil saliya Joyce de Ulysses li Parîsê çap kir ku wê hingê ti kesî xwe nedida ber çapkirina wê. Kitêba şi’ran a duyem a Joyce, Pomes Penyeach jî di 1927an de li Parîsê hat çapkirin ku bi tenê ji 13 şi’ran pêk tê. Piştî bêtirî bîst salan, di 1931ê de Joyce û Norayê seredana Londonê kir û li wir bi fermî zewicîn, dîsa vegeriyane Zurîxê û car û baran bi malbatî geh li Zurîxê, geh li Parîsê man û di gel kêşeyên giran ên di bînayiya xwe de û tenduristiya xwe ya xerab, Joyce bi qasî 17 salan li ser romana xwe ya dawîn e untranslatable a bi navê Finnegans Wake xebitî û di sala 1939an de ev roman li Londonê hat çapkirin. Joyceê bi şi’r, kurteçîrok û romanên xwe ve xwedanê berhemên gerdûnhejên î nemir, dema ku di 1940î de di henga Şerê Cîhanê yê Duyem de Naziyan Fransa dagîr kir, malbata xwe bire Zurîxê û li wir di 13ê Rêbendana 1941ê de ji ber peqîna ulsera xwe mir û her li wir di Gorristana Flunter- nê de bi xakê hat spartin.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e ULYSSES\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e Sertîmar, tevkutayiyê Buck Mulligan, di dêst de zerikeke çilk ji kefa sabûnê, ku neynikek û gûzanek çeperast danîbû ser, numa di serê derencokê re. Bayê sivik ê siharê kirasê qîçik ê piştêna xwe venebestî ji pişta wî ve pif dida nermenerm. Wî hilda zerik bilind kir û bi meqamekî yekaheng biland:\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Introibo ad altare Dei.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eVewestiya, zûr bû û li jêrê, li pêlingên çivaneyî yên tarî nihêrî û mîna kewê ribat bi qebeqeb xwend:\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Kinch, were banî. Were banî, wey ziravqetiyê serî qûço, binî pûço.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eWî bi tellebazî gavên xwe ranan û hilkişiya ser dika topagirkirinê ya girover. Berê xwe pê de kir û bi teqleke giran sê caran homandin birc, kirr û kewşenên çarmedor û çiya û çelixtên ku dikirana hişyar bibin. Paş ku çav bi Stephen Dedalus ket, ber bi wî de xwar bû, xirexirek ji gewriyê çû û serê xwe hejand, lezelez bi destê xwe xaç li rozgarê kire nexş û nemûr. Stephen Dedalusê hevreşî û melomestî ji bêxewiyê xwe tevî milên xwe sparte jora serê derencokê, heçku bibêjiyê “Te serê xwe dîtiye?” nihêrî li sikûmê dirozgekar î bi dirêjiya xwe ve mîna yê hespan ê ku ketibû ber şek û pekan û xirexir jê diçû, nihêrî li tepa wî ya qeşekî kurrnekirî ya mûyî çûrr, debaxkirî û bi rengê berûya spîçolkî.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eBuck Mulligan hangava di binê neynikê re bi dizî nihêrî, pê re jî zerik bi xasûkî jê vedizî.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Lê din herine qijleyê kuro! wî got bi zirtînî.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eBi zarê şorrindgoyekî jî pê de çû:\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Lewma, Lo xelqê şebab î delal, ev e Komînyona resen: beden û giyan û xwîn û birîn. Sazbendno, ez gorî we, bi teqla giran werin. Gelî camêran, çavên xwe bigirin. Ka bisenin. Mîratên van spîgilorikan çîçkekî pêxemê lê dixin lo. Civat, hela xwe kerr kin.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eWî bi kuja çavan jor raçav kir, tiliyên xwe xistine devê xwe û dûr û dirêj û bemebem li fîqê xist, paşê bo gavekê di nava serinceke xayîs de sekinî, pê re jî çîk û çirûsk çûn ji ber deqên zêr ên diranên wî yên birêkûpêk û spî. Kirîsostomos. Di nava rozgara steqirî re zimîniyeke xurt e zîr bi du derban li wî fetiland.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Malî ava, bavêminkiro, wî bi dengê hêl got bi tehrekî pîk. Îcar çêbû. Axûyî, ceyranê jî bitefînî, baş e?\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eWî firqas da xwe û ji gerra dika topagirkirinê derket, ku ji aliyekî ve tewqên berdayî yên dawa kirasê xwe li teşkên xwe dipêçan, ji aliyekî ve jî bi sergevezî li bînerê xwe nihêrî. Ji rûçikê wî yê hupiz î tirş û ximximka wî ya şorr e hêkanî, te digot qey metranekî, heylo, piştevanekî hunerê yê serdemên navîn e. Bişirîneke xemrevîn di nerma xwe de hasil bû li ser lêvên wî.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Ay çî sosret e! wî got bi beşerxweşî. Navê te yê ku kenê miriyan pê tê lo, erriik, dibê’ qey navê yewnanekî binê zemanan e ha!\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eWî tiliya xwe bi laqirdiya xerîbdostane ber bi wî ve dirêj kir, di ber xwe de keniya û xwe da ber dîwarê nizm î çeper ê bircê. Stephen Dedalus gav rana û pê ve çû, bi bêzarî piçekî da pey wî û çû li keviya dika topagirkirinê ji xwe re rûnişt, sekinî li wî temaşe kir gava ku wî neynika xwe disparte dîwarê nizm î çeper ê bircê, firçe di zerikê dadikir û hildida pê kef di gepên xwe û di gerdena xwe dida.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eÇîveçîva Buck Mulligan pê berdewam bû.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Kenê miriyan bi navê min jî tê: Malachi Mulligan, bi du daktilosan, şeşbangî. Lê sewteke hellenîk didêre, ne wisa? Her wekî gakovî bi xwe be, yê şampaz û ba jê re nîne. Heq e em biçine Asînayê. Ku ez bikarim bîst panotan ji xaltîka xwe biçopînim, tu yê bêyî?\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eWî firçe danî aliyekî, weto kenî, mumkin bû mirîşk bi hemî perran biçîte devê wî, bi qîrînî got:\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Ew ê jî were ha? Mala minê. Birê marî, felekê kumê\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003exwe lê xwar kirî.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eSekinî, dest pê kir bi pûtepêdan riyê xwe kurr kir.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Mulligan, ka bo min bibêje, Stephen semtika got.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Lebê, ya hebîbî?\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Gelo Haines dê hê çi qasî di vê bircê de bimîne?\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eBuck Mulligan gepa xwe ya kurrkirî di ser sermila xwe ya rastê re nîşan da.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Xwedêko, vî merivê rêjkenî em dabarandin, ne wilo?\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003ewî got bi deqerûyî. Saksonekî ku canê mirov zer dike. Bi hiz- ra wî, tu ne camêr î. Xwedêko, ev ingilîzên ji bêvila Şeytên ketî. Pere û xwelî yek e li ba van ên ku zîn li bizinê jî dikin. Te dî, bi xwe ji Oxfordê ye, lewma ha. Dedalus giyan, zanî, ‘esas rabûn û rûniştina te çil pere şaş nekiriye ji ya Oxfordi- yan. Ew nikare ji te beşer bike, qubanê. Lê ew navê ku min li te kiriye, ez bi gorra kaliko kim, jê çêtir tine: Kinchê tûjo.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003ePê ketibû bi hemdê xwe çena xwe kurr dikir.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Dev li wî bûbû kelefe, şev pê ve qala panterekî reş dikir, Stephen got. Qibûrê qirmeya wî li kû ye?\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Mêrik î qafseqetekî kezebşewitî ye da! Mulligan got. Ma qey ziravê te jê qetiya?\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Qetiya, ma çawa neqete, Stephen got bi xîreta pê de hatî û ji lêpa tirsê. Ca bide bîra xwe, li wê derêkê, di tariyê de, li nik peyayekî ku ez nas nakim, kapê xwe qetandiye û ji xwe re dinale hey dinale, dibêje, ez ê wî panterê reş hişk bikim. Di wexta xwe de te mirov ji xeniqînê filitandine. Lê tu were, ez î ne şêrgele me lo. Heke ew li vir bimîne, ez ê destê xwe ji vê derê bişom û herim.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eBuck Mulligan bi rûtirşî nihêrî li kefa li ser devê gûzana xwe. Ji ciyê xwe yê ku lê lîs girtibû bi firqas xwe berda xwarê û dest pê kir lezelez berîkên pantorê xwe vejandin.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Kambaxê, ka bi kû de çû! wî kire qîrînî bi dengê dewixî. Derbasî ber dika topagirkirinê bû, gava ku destekî xwe xiste berîka jorîn a Stephen, got:\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Ka wê pozmalka xwe bide me wekî em gûzana xwe pê paqij bikin.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eWî ew destmala qirêj e qurçimî kişand û derxist û bi kuja\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003ewê girt, rakir û bi ‘erzşikênî nîşan da, lê Stephen xwe ehmeqşeytanî kir. Buck Mulligan devê gûzanê xweşik paqij kir. Paşê, ku zîq li destmalê nihêrî, hilda got:\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Tu l’ pozmalka dengbêjan ha! Rengekî hunerî yê jîp- janta bo hozanvanêd me yêd ayrlendî: keskelîçik. Wextî meriv bixwaze wê tehm bike, ne wilo?\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eDîsa derkete ser dîwarê nizm î çeper ê bircê, ku porê wî yê kej î spîçolkîwekberûyan nermika pêl dida, bi awirine zûr nihêrî li kendava Dublinê.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Ya star! wî got di nerma xwe de. Çawa ku Algy gotiye, ma ne: dayîkeke gewre ye neşmîle, ne? Deryaya keskelîçik. Deryaya ku dike gunikên mêriv qincilê xwe bikin. Epi oino- pa ponton. Ax, Dedalus, ev qewmê yewnan! Min divê te fêr bikim. Divê tu der heqê wan de di deqên resen de bixwînî. Thalatta! Thalatta! Ew dayîka me ya gewre ye neşmîle ye. Ka were lê binihêre.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eStephen rabû ser xwe û ber bi dîwarê nizm î çeper ê bircê ve çû. Hilpesirî ser çepêr, li jêrê, li avê û li wapora posteyê nihêrî ku di devê bendera Kingstownê re derdiket.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Dayîka me ya bi qas û qudret! Buck Mulligan got.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003eWî mîna tîra kullê çavên xwe yên sût î lêger ji deryayê guhestin û berê xwe da sikûmê Stephen.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Bi ya xaltîka min be, tu bûyî bayîs, te ciya xwe kuştiye, wî got. Lewma jî pepûkê dike ser min wekî ez werîsê xwe ji te hilçinim.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Yekî ciya min kuşt, Stephen got bi dilkovanî.\u003c\/p\u003e\n\u003cp style=\"text-align: justify;\"\u003e— Kincho, kullgewriyo, wexta ku ciya te ya li ber sikratê ji te hêvî û tika kir, te dikarî çong daniya ‘erdê, Buck Mulligan got. Ez jî bi qasî te haypirboreyî me lo. Lê gava ku tê bîra min, di riya Xwedê, rebena ciya te ya ku ruh jê dikişiya berzûrî te bû wekî tu çong bidî ‘erdê û dua û dirozgeyekê bigihînî ber ruhê wê. Û tu bi vê yekê qayîl nebûyî. Tiştekî bêwayîk bi te re heye....\u003c\/p\u003e\n\u003c\/div\u003e","brand":"Avesta Yayınları","offers":[{"title":"Default Title","offer_id":52428587630872,"sku":"book_dyk_9786258383423","price":53.91,"currency_code":"USD","in_stock":true}],"thumbnail_url":"\/\/cdn.shopify.com\/s\/files\/1\/0760\/4132\/2776\/files\/d3Z6wwhyLl3tGds50Xji7Nl4WvqfOQF0yKIYqmh3.jpg?v=1784680634","url":"https:\/\/dunyadakitap.com\/products\/ulysses-ozel-baski-avesta-yayinlari-ciltli","provider":"Dünyada Kitap","version":"1.0","type":"link"}